Parlamentera Qersê ya BDP’ê Mulkiye Bîrtane ji bo ku pêşî li çekdayîna 8 mîlyon kesî asteng bike û pêşî li mirin û birîndariya bê gritin Lêkolîna Meclisê xwest. Bîrtane bi armanca Erdogan vê bi bersivîne pirsname pêşkêş kir.
Bîrtane armanca ku çekdayîna kesane asteng bike, bikaranîna çekan a bi ruhsat û ne ruhsat, di encama vê de mirin û birîndarî diyar bibin li gorî xalên 104. 105 a rêziknameya hundir a Meclîsa Tirkiyeyê û Xala 98’emîn a Makeqanûnê xwesti Lêkolîna Meclisê bê vekirin.
Bîrtane diyar kir ku li gorî daneyên TUÎK’ê li Tirkiyeyê her sal 7000 kes di encama gulebarandinê de tên kuştin û got zarok li şaneşînên malan, parkan, kolanan û wesayîtan de dibin hedefa guleyan. Bîrtane denîşan kir ku li Tirkiyeyê hema hema her roj di her şerî de çek tê bikaranîn û got jin li kolanê bi çekan tên qetilirin.
Bîrtane wiha pê de çû: “Zarokên keç bi tifingên neçîrê mirî tên dîtin. Mêrên ku keça xwe an jî hevsera xwe qetilkirin, piştî çekên paqij dikin ceza nagirin. Her wiha bi çekan carna xwpêşendanên kêf û çoşê tê kirin. Bi awayekî fermî mudaxaleyê vê nakin. Dîtina çekan êdî pir hêsan bûye. Herî dawî di du bûyeran de Alî Mefaî û Umut Ceylan miribûn.”
Bîrtane wiha got : “Li holê 8 mîlyon çekên bi ruxsat û yên bê ruxsat hene. Ewlehiya canê kesî tune.” Bîrtane xwest Serokwezîrê Tayyîp Erdogan bi awaykî nivîskî bersiva vê bide û ev pirs pirsîn;
*Li Tikriyeyê bi çend kesan re çeka bi ruxsat heye? Bi van kesan re hejmara çekên bi wan re çend e? Cureyên wan çi ne? Hejmara kesên di bin temenê wan 21’ê de ne yên çekÊn wan yên bi ruxsat hene çend e?
*Di 5 salên dawî de di çend buyeran de welatiyên sivîl çek bikar aniye? Di van buyeran de çend kesan jiyana xwe j dest daye? Di van bûyeran de çend çekên bê ruhsat hatiye bikaranîn?
*Di 5 salên de çend kesan bi guleyan magadayan jiyana xwe ji dest daye? Ji vana çend jê zarok in?
* Di 5 salên dawî de di bin navê ‘çeka xwe paqij dikir de’ çedn kes mirine? Ji vana çend jê jin in? Hejmara kesên ceza girtine çend in?
*Di 5 salên dawî de hejmar jinên kut ê gotin bi çekê xwe kuştin çend e? Ev çek çend heb jê bê ruxsatin? Li Tirkiyeyê di 5 salên dawî de çend çek hatine firotin? Der barê çekên bê ruxsat de agahî hene?
*Di navbera 2009-2012’an hejmara jinên ku bi çekê hatine kuştin çend in?
*Li Tirkiyeyê sedema zêde bûna bikaranîna evqas çek çi ye? Di encam van de mirin pêk tên. Ev rewş dê çawa ji holê rabibe. Pêşîgirtinên we di vê mijarê de hene an na?