BDP'ê piştî ku duh Lijneya Venêrîna Dewletê (DDK) ê rapora têkildarî mirina 8'emîn Serokomar Turgut Ozal aşkera kir, ji bo mirin bê lêkolînkirin pêşniyazname da Meclîsê.
Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, piştî rapora Lijneya Venêrtiya Dewletê (DDK), ya ku têkildarî mirina Turgut Ozal a mirin bi guman e aşkera kir ji bo lêkolînê pêşniyazname da meclîsê. Bîrtane, di pêşniyazmaneyê de diyar kir ku gelek mirovên dewletê yên behsa pirsgirêka kurd kirin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û yek ji wan ji Turgut Ozal e. Bîrtane, anî ziman ku Ozal her tim bi awayek aşkera rastî gefan dihat û wiha got: "Ozal di 17'ê nîsana 93'yan de li pey xwe gelek pirs hiştin û di navbera me çû. Mirina Turgut Ozal a bi guman di pêvajoyeke pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiye bê çareserkirin de pêk hat."
'DEWLET BI SER GUMANAN DE NEÇÛ'
Bîrtane, da zanîn ku mirina Ozal pirsgirêka kurd tenê heta îro nehişt bi xwe re pêvajoyeke gelek dijwar û bi xwîn dest pê kir. Bîrtane, bilêv kir ku malbata Ozal, gelek rewşenbîr û siyasetmedaran mirina Ozala weke suîkastekê anî ziman û lê dewlet bi ser van gumanan de neçû. Bîrtane, bal kişand ser rapora DDK'ê ya mirina Ozal bi guma dîn û wiha got: "Ev rapor ji bo perdeyê li ser mirina Ozal dê rabike û fersendekê pêk tîne. Bîrtane, destnîşan kir ku Ozal di axaftinên xwe her tim digot pirsgirêka kurd dê bi rêbazên aştiye bê çareserkirin û wiha pê de çû: "Turgut Ozal gava yekemîn a ji bo aştiyê biryara operasyon bên rawestandin dê girtiba. Ji ber van gotinan PKK'ê di 17'ê adara 1993'yan de agirbest îlan kir. Piştî agirbesta PKK'ê Ozal got, '10 salin nû ez bi rehetî raketim'"