Di encamnameya MYK'a ya BDP'ê de hate gotin ku pêvajoya tê jiyandin çêkirina makezagona demokratîk dixe nava zehmetiyan û wiha hate gotin: " Di rewşekî ku tecrîta li ser Birêz Abdûllah Ocalan nêzî salekî didome û her roj ciwan tên kuştin de nîqaşên ji bo makezagonekî azad pêk nayên."
BDP encamnameya civîna MYK ya ku di 18 Pûşberê hate lidarxistin eşkere kir. Di encamnameyê de hate gotin ku, di civînê de li ser rojevên rewşa siyasî, rêxistin û plansaziyê hatiye rawestandin. Di encamnameyê de bal tê kişandin ser girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û şaredarên din yên li Wanê û wiha hate gotin; "Di encama operasyonên ku salek berê hate zêdetir kirin dihat xwestin ku BDP'ê nikare derbikeve kolanan, rêxistinên wê nikaribe bixebite û şaredariyên wê nikaribe xîzmet bide. Lê bi sekna gel û partiya wê ya bi biryar û xwedî derketine li nerxên xwe van planan vala derxist. Ji ber xwedî derketina gelê Wanê li şaredarên xwe, her wiha Kongreya Rêxistina BDP'a Edeneyê ku bi gelek caran rastî operasyonê bûye bi coş derbas bû, serkeftina Konferansa Rêvebiriyên Herêmî, baweriya derdorên dost ên li hemberî BDP'ê, xebitandina hemû rêxistinên partiyê, nîşaneya vala derxistina armancên operasyonê ne."
'LI HEMBERÎ KIRINÊN HIKUMETÊ FIKAR ZÊDE DIBIN'
MYK di encamnameyê de dide zanîn ku 'pêşîlêvekirinên' hikumetê beyî ku vebin hatiye girtin û tê gotin ku binpêkirinên herî mezin a hikumetê di qadên daraz û girtîgehê de ye. Di encamnameyê de berpirsyarê 13 kesên li Girtîgeha Rihayê di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dan wekî Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn û Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan hate nîşandan û wiha hate gotin: "Serhildanên ku ji Rihayê, pêkiya Osmaniye, Dîlok û Edeneyê rewşa girtîgehan radixe ber çavan. Desthilatdariya ku bi nêzikatiya bi hemû kesan bi guman e û kesên bi guman dixe girtîgehan, girtîgehan tije kiriye. Ev desthilatdarî ji cihê ku demokratîkbûyînê û darazekî adîl derxe holê avakirina girtîgehên nû dixe rojeva xwe. Êdî li Tirkiyeyê û qada navneteweyî li hemberî kirinên hikumetê fikar zêde dibin."
'REWŞA HEYÎ ÇÊKIRINA MAKEZAGONA DEMOKRATÎK DIXE NAVA ZEHMETIYAN'
Di encamnameyê de hate destnîşan kirin ku rewşa heyî çêkirina makezagona demokratîk dixe nava zehmetiyan û hate gotin ku makezagona demokratîk encax di rewşa demokratîk de pêkane. Hate diyar kirin ku makezagonekî demokratîk ku bikaribe pirsgirêka kurd jî çareser bike tenê di rewşa bê pêvçûn de pêş dikeve û wiha hate gotin: "Di rewşekî ku tecrîta li ser Birêz Abdûllah Ocalan nêzî salekî didome û her roj ciwan tên kuştin de nîqaşên ji bo makezagonekî azad pêk nayên. Ji aliyê din Serokwezîr bi xwe dibêje 'zimanê zimakî dê cuda dike', 'xweseriya demokratîk cuda dike' û mafê kurdan wekî xeta sor dibîne li ber çêkirina makezagona demokratîk asteng in. BDP'ê dê him ji bo bingeha makezagonekî demokratîk him jî hemû daxwaz û hêviyên beşên civakî di hundirê wê de cih bigire têkoşîna xwe ya makezagonî bidomîne. "
Di encamnameyê de biryarên ku ji aleyê MYK hatiye girtin wiha tê rêzkirin:
* Civîna Jinan a Derya Spi ya Enternasyonal a Sosyalîst dê bi mazûvaniya Meclîsa Jinan a BDP'ê dê di 23-24 Pûşberê de li Otela Hill pêk were. Ji bilî Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, endamên MYK'ê, Meclîsa Jinan, şaredar, hevserokên BDP'a bajaran, nûnerên rêxistinên çepgir û sosyalîst û saziyên jinan tev li civîna ku dê ji 20 welatên cuda delege beşdarî bibin. Rûniştina 24'ê Pûşberê ya civîna ku li ser bingeha "Di pêvajoyên muzakere û diyalogan de rola jinan û pêşniyarên çareseriyê" tê li darxistin, dê ji çapemeniyê vekirî be.
* Civînên rêxistinkirinê yên Meclîsa Jinan ya BDP'ê dê bi civînên Marmara û Serhat bidome.
* Meşa Hilbijêran (Şaredar, endamên meclîsa giştî ya bajêr, meclîsên şaredariyê) ya li hemberî tecrît û operasyonên leşkerî, siyasî dê ji aliyê Komîsyona Rêvebiriyên Herêmî ya BDP'ê were plankirin. Ji bajaran oxirkirin û pêşwazîkirin ji aliyê Buroya Rêxistinkirinê dê were amadekirin.
* Di 28'ê Pûşberî di 6'emîn meha Komkujiya Roboskiyê de çalakiyên navendî were plankirin. Ji aliyê din li hemû bajaran tevî derdorên din li hemberî Komkujiya Roboskiyê çalakî were lidarxistin. Giştînameya derbarî vê dê bişînin bajaran.
* Dewreyên havînê ya Akademiyên Siyasetê ku ji aliyê Buroya Perwerdehiyê tê plankirin dê di 20'ê Pûşberê de li Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê dest pê bike. Broşurên perwerdehiyê dê di demekî kin de were amadekirin û bişînin rêxistinan.
* Hevserokê Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û komek parlementer dê di 2'ê Tîrmehê de beşdarî bîranîna Komkujiya Sêwasê a li ber Otela Madimakê bibin. Ji bilî wê dê li hemû rêxistinên bajaran derbarî mijarê de çalakiyên bîranînê were lidarxistin.
*Rûniştina rêvebirên BDP'a Stenbolê dê di 2'ê Tîrmehê li Sîlîvriyê des pê dike. Ji bo beşdarbûnekî girseyî ji bo rûniştinê bibe, komek parlementer beşdarî xebatên li Stenbolê bibe. Ji bo rewşenbîr, çapemenî û heyetên biyanî beşdarî rûniştina ku dê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak beşdar bibe, xebat were kirin.
* Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê berî ku serhildanên li girtîgehê dest pê bike rapor û serlêdana xwe ya derbarî Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ragihandibû CPT'î û ji bo lêkolînan vexwandibû Tirkiyeyê. Dê bi heyeta CPT'i ya ku ji bo Girtîgeha Rihayê were, bikevin nava têkiliyan û ji bo hemû girtîgehan rapor dê were dayîn.