Bayik: Em ê xwe li hember şer, asîmîlasyon û qirkirinê biparêzin
Bayik: Em ê xwe li hember şer, asîmîlasyon û qirkirinê biparêzin
Bayik: Em ê xwe li hember şer, asîmîlasyon û qirkirinê biparêzin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK Cemîl Bayik diyar kir ku bi taybet piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê rastiya dewleta Tirkiyeyê derket holê, Bi vê yekê jî hat dîtin ku dewleta Tirkiye têkiliya xwe bi DAIŞ’ê re qut nake û naxwaze pirsgirêk bi siyasî çareser bike, dixwaze pirsgirêk bi şer çareser bike.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî pêvajoya agirbestê ya li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, rewşa partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê û bi taybet PDK, lidarxistina kongreya neteweyî, bi dawîbûna agirbestê û destpêkirina şer û rewşa Kobanê bersiv da pirsên Rojnews.
Bayik da zanîn êdî ew ê di her alî de li hember şer, asîmîlasyon û qirkirinê xwe biparêzin, ji bo vê yekê wê li hember hemû êrîşan parastina rewa were pêşxistin.
Beşa yekemîn a hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi vî rengî ye:
-Ji bo çi pêvajo gihişt vê astê?
“Li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke dualî nehatiye destpêkirin, her dem yekalî bû û ew jî ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin. Tevî zorî, zehmetî, provokasyon û astengiyên dewleta Tirkiye jî Rêber Apo ev pêvajo yek alî pêş xist. Rêber Apo ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên siyaseta demokratîk çareser bibe û pêvajoyê bigihîne muzakereyan, israr kir û tehemûla gelek tiştan kir. Ev yek jî sedema wê ew bû ku Rêber Apo bi tevgera xwe û gelê xwe bawer dikir.
ME XWEST EM ZEMÎNA MUZAKEREYÊ AVA BIKIN
Dewleta Tirkiye tiştek qebûl nekir û pêk neanî, lê mesele ne yekalî ye. Me heya niha 9 caran yekalî agirbest îlan kir, herî dawî jî di Newroza 2013’an de ne tenê agirbest pêş xist, me dîlên dewleta Tirkiyeye berdan, şer rawestand û vekişîna gerîla çêbû. Her kes dizane ev pêngav pêwîst e dibin çavdêriya aliyek ê sêyan de hatiba avêtin û îmzekirin ji bo ku bikeve meriyetê.
Tevî aliyê sêyan ê çavdêriyê jî nebû û tiştek nehatibû îmzekirin jî, me ev pêngavên girîng avêt. Armanc ew bû Rêber Apo dixwest zemîna muzakereyan ava bike. Ji ber ku êdî tişta bi diyalogê hatiba çareserkirin çareser bû, ger êdî diyalog berdewam bûya wê wateya xwe nemaba. Lê Rêber Apo di nava hemû zorî û zehmetiyan de gavên yekalî avêt û zemînê muzakereyê da avakirin. Rêber Apo di xwest dewlet û hikûmeta Tirkiyê jî bikişîne nava vî zemînî ku muzakere hebe û pirsgirêk çareser bibe.
DEWLET Û HİKÛMETA TİRKİYE GAV NEAVÊT
Dewlet û hikûmeta Tirkiyê gav neavêtin, her dem bi axaftinê hêvî çêkirin, xapandin çêkirin û dixwestin gavên ku Rêber Apo avêtî vala bihêlin. Bernameyên xwe nedişandin, ji ber ku bernameyên ku wan çêdikirin tenê ji bo desthilatdariya xwe dewam bikin û hilbijartinan qezenc bikin bû. Bi vê re dixwestin pirsgirêka Kurd bikin qurbanê hilbijartinan û li ser desthilatdariya xwe bimeşînin. Ji bo vê yekê êdî me got bi zorî, zehmetî û şantajan me pêvajo anî vê astê û me got êdî bi vî şeklî nameşe. Me şertê muzakereyê da diyarkirin û me got, ger hûn dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, wê demê pêwîst e hûn muzakereyê qebûl bikin.
ME ŞERTÊN XWE JI WAN RE GOTIN
Ji bo muzakere pêş bikevin, pêwîst e şertên Rêber Apo bihatina guhertin, pêwîst e azadiya Rêber Apo çêbibe da ku bikare kar bike. Ji ber ku gelê me û tevgera me Rêber Apo ji bo muzakereyan da diyarkirin, ji bo wê pêwîst bû şert û mercên Rêbertiyê bihatina çêkirin. Ji roja Rêber Apo dîlhatî girtin heya niha tenê guhertinek çêbûye, ew jî heyeta HDP’ê mehê carekê diçe li gel Rêber Apo. Lê dewlet û hikûmeta Tirkiye mudaxeleyê vê heyetê jî dike û li gorî xwe digotin, bila ev kesane biçin hinekan jê derdixistin. Dewleta Tirkiye hem heyeta xwe û hem jî ya me dida diyarkirin, di cîhanê de tiştek wisa nîne.
Ji ber ku di cîhanê de pirsgirêk her dem bi çavdêriya aliyê sêyan çareser dibin, ji bo wê yekê me ji dewletê re got, pêwîste aliyê sêyan ê çavdêriyê hebe. Ji ber ku aliyê sêyan nebe, ne mimkun e pirsgirêk çareser bibin. Me tu sazî yan jî dewlet diyar nekir, me hemû derfet dan pêşiya wan û me ji wan re got, ji bo aliyê sêyan yê çavdêriyê, hûn dixwazin bila dewlet yan jî saziyek navneteweyî be, yan jî hûn bixwazin bila parlamenterên Tirkiye, saziyên medenî yên Tirkiye bin. Me got, dema em rast nêzîkî pêvajoyê nebin yan jî hûn rast nêzîk nebin yan jî kî naxwaze pirsgirêkê çareser bike, bila ew diyar bikin.
Me ji wan re got, pêwîst e em heyeta xwe dirûst bikin û Tirkiye jî şanda xwe dirûst bike, hêjmar yek be û ev heyet di şertên azad de rûnin û muzakereyan bikin. Lê dewleta Tirkiye heya niha ev şert ne pejirandiye, her dem propagandayê dike. Dibêje pêvajo baş e, pêş dikeve, gelek kêm maye bigihe encamê. Dewleta Tirkiye bi vî rengî dixwaze hêviyê ji gel re çêbike, lê di rastiyê de xapandine û di pratîkê de jî tiştek tune ye. Ev şerekî psîkolojîk ê taybet e ku li dijî rêbertî, gel û tevgera me tê meşandin. Asîmîlasyon û qirkirina çandê hê jî berdewame, çêkirina qereqol, bendav û rêyên leşkerî hê jî dewam dikin. Çetetiyê zêde dikin û yek ji van nabe şertê agirbestê.
TIRKIYE NAXWAZE PIRSGIRÊK BI RÊYÊN SIYASÎ ÇARESER BIBE
Dewleta Tirkiye tenê operasyonên mezin dane rawestandin, hê jî balafirên keşfê radike. Dewleta Tirkiye ji agirbestê sûd wergirt, alîkariya DAIŞ’ê kir û mezin kir. Bi vê alîkariyê şer li rojava mezin kir û komkujiyan li ser gelê me dide meşandin. Ev yek dide diyarkirin ku dewleta Tirkiye naxwaze pirsgirêk bi rêyên siyasî çareser bibe û armanca dewletê tunekirina Kurdan e. Tirkiye ji banga Rêber Apo ya ku di Newroza 2013’an de hat kirin, sûd wergirt. Dibêjin, Rêber Apo li ber çavên hemû cîhanê îlan kir ku wê pirsgirêk bi rêyên siyasî çareser bibe. Dewlet dibêje bi vê yekê jî em çareser nakin, ji xwe ew jî nikarin dest bi şer bikin û gerîla bimeşe. Ji bo wê dewleta Tirkiye çareser nake, tenê hêviyên xapandinê ji bo gel û raya giştî di de avakirin. Bi vê yekê armanca dewleta Tirk neçareserkirin e têkbirin e, xapandin e û bi asîmîlasyonê tinekirina Kurdan e.
PÊVAJO ÊDÎ YEKALÎ NAMEŞE
Bi taybet piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê rastiya dewleta Tirkiye derket holê. Bi vê yekê jî hat dîtin ku dewleta Tirkiye têkiliya xwe bi DAIŞ’ê re qut nake û naxwaze pirsgirêk bi siyasî çareser bike, dixwaze pirsgirêk bi şer çareser bike. Ji bo vê yekê dewleta Tirkiye bingeha agirbestê rakir û pêvajo bi dawî kir. Me di xwest em berdewam bikin û wan mecbûr bikin da ku bên bingeha çareseriyê. Dewleta Tirkiye vê yekê ji bo me weke lewaziyek dît û pêvajo di aliyê xwe de dawî lê anî. Vê carê hewl dida ka wê çawa tevgera me lewaz û bê bandor bike. Êdî em ê di heralî de li hember şer, asîmîlasyon û qirkirinê xwe biparêzin. Ji bo vê yekê wê li hember hemû êrîşan parastina rewa were pêşxistin.
EGER WIHA DEWAM BIKE BERSIV WÊ HÊ JÎ MEZINTIR BIBIN
-Çalakiyên li Bedlîs û Amedê girêdayî têkçûna agirbestê bûn yan na?
Şerê li Kobanê tê meşandin, her çendî li ber çav DAIŞ e, lê di rastiyê de yê ku cesaret, çek û perwerde dide dewleta Tirk e. Dewleta Tirk ne tenê li bakur, dixwaze li rojavayê Kurdistanê jî deskeftiyên Kurdan û hêza Kurdan ên wê derê ji holê rake. Ji bo wê ye dewleta Tirkiye DAIŞ rê kir ser Kobanê. Dewleta Tirkiye dixwaze Kobanê bêmirov bihêle, bi destê DAIŞ’ê tank û top kar anî, ji bo wê yekê deriyê xwe vekir û ji gel re got, werin. A rastî ew e dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze ji raya giştî re bêje pirsgirêka min a ewlekariyê heye, ji bo wê dibêje pêwîst e herêmek tampon were avakirin. Lê di bingeh de armanca vê herêma tampon rojavayê Kurdistanê ye. Dema ev pêkanîn, vê carê wê berê xwe bidin destkeftiyên Kurdan û kantonên ku hatin avakirin ji holê rakin. Ger Tirkiye hê şantaj û tehdîdên xwe dewam bike, wê bersivdayîn dewam bike û ev bersivdayîn wê hê jî mezintir bibe.
-Ji despêkirina pêvajoyê heya îro Kurdan û AKP’ê çi qezenc kir?
Di vê pêvajoya çareseriyê de hem hikûmeta AKP’ê hem jî gelê Kurd qezenc kir. Eger Rêber Apo pêvajo nedaba destpêkirin û şer dewam bikira, AKP’ê hilbijartin û Erdogan jî serokwezirtî qezenc nedikir. Eger pêvajo despênekiriba çawa hemû hikumetên berê têk çûn, wê AKP jî wisa têk biçûya, ji bo wê AKP ji vê pêvajoyê sûd wergirt.
Ji ber ku Rêber Apo rewabûn qezenc kir, dixwestin Rêber Apo ji mirovahiyê qut bikin. Wekî Rêber Apo ne rêberê tevgerekê, gel û azadiyê ye dixwestin wisa bidin nîşandan. Dixwestin rastiya ku Rêber Apo û tevgerê dimeşand ji aliyê tu kesî ve neyê fêmkirin û dixwestin Rêbertiyê bê bandor bikin û heta fizîkî ji holê rakin. Lê belê di Newroza 2013’an de banga Rêbertiyê pêşiya vê girt û her kesî dît ku Rêber Apo pêvajoyek yekalî pêş dixe û dixwaze pirsgirêkê bi siyasetê çareser bike. Siyaseta bi salan li hember Rêber Apo didan meşandin hemû têkçûn, her kesî dît ku bê Rêber Apo pirsgirêk çareser nabe. Der barê PKK’ê de jî îmajek xerab çêkiribûn û xistin lîsteya terorê, ew biryar bi temamî siyasî bû.
DERKET HOLÊ KU PKK TEVGEREKE MIROVAHIYÊ YE
Li Rojava û Şengalê derket holê ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tevgereke mirovî û azadiyê ye, ne tevgereke terorîst e. Neheqiyeke mezin li hember PKK û Rêber Apo çêbûye. Di şexsê PKK û Rêber Apo de neheqî li hember Kurdan çêbûye. PKK tevgerek edaletê ye ya hemû ol, mezheb û çandan diparêze. Bi vê yekê jî PKK îmajek nû pêş xist. Ji bo wê yê PKK xistîn lîsta terorê, niha nîqaş dikin ku derxin. Hinek ji wan dibêjin pêwîst e em PKK’ê ji lîsta terorê derxin û alîkariya wan bikin. Ji ber ku tenê PKK li hemberî faşîzma DAIŞ’ê radiweste. Bi vê yekê derket holê ku PKK ne tenê tevgerek leşkerî ye, tevgereke siyasî, azadiyê, exlaqî û çandê ye. Ji ber ku PKK dixwaze civakek nû, kesayetek nû û jiyanek nû ava bike. Bi taybet li Kurdistan û Rojhilata Navîn azadiya jinê pêş dixe, ji ber ku azadiya jinê azadiya civakê ye. Ji bo wê derket holê ku li Rojhilata Navîn tevgera azadî, demokrasî û edaletê tevgera ku Rêber Apo dimeşîne ye. Bê felsefeya Rêber Apo li Rojhilata Navîn pirsgirêk çareser nabe.
Pêwîstiya AKP’ê bi berdewamiya pêvajoyê heye yan na?
AKP weke berê dîsa dixwaze pêvajo berdewam bike, da ku bikaribe hilbijartinên parlamentoyê yên 2015’ê qezenc bike. AKP’ê hedefa xwe daniye, ew jî dixwaze heya 2023’an desthilatdariya xwe berdewam bike. Ji ber ku 2023 sedsaliya avabûna komarê ye. Di dîrokê de her dem dagirker hemû gemariyên xwe dixin ser pişta bindestan û yê li dijî wan tekoşîna azadiyê dikin. AKP jî dixwaze vê yekê bike.
-Ger pêvajo bi vî awayî dewam bike, asta tekoşînê wê çawa be?
Ew girêdayî dewlet û hikûmeta Tirkiyê ye, ger dewleta Tirkiye heqaret, şantaj û tehdîtên xwe dewam bike û bi wî awayî bixwaze gelê me ji holê rake, em ê li hemberî wê bi her awayî rawestin. Ev ne tenê bi gerîla wê bi serhildanên gel û çalakiyên cuda jî pêk were. Tirkiye îro di nava tengasiyek mezin de ye, me heya niha nexwest em ji vê tengaviyê sûd wergirin. Em bi berpirsyariyên dîrokî tevdigerin, em naxwazin encam ji ferasetên wiha wergirin. Lê diyar e dewleta Tirkiye vê bi xirabî bi kar tîne.
Îro li Sûriye û Iraqê şer heye, li Îranê çi çêbibe nediyar e. Derdora Tirkiye şer e, her çend AKP dewlet xistiye di destê xwe de, lê nayê wê wateyê di nava Tirkiye de pirsgirêk nîne. Li Tirkiye û di nava AKP’ê bi xwe de jî pirsgirêk heye, eger em şer pêş bixin ev pirsgirêk wê hê jî mezintir bibin. Ji bo wê gengaz e ger Tirkiye bi vî awayî biçe wê weke Sûriye û Iraqê lê were, ev rastiyek a Tirkiyê ye û Tirkiye ji vê yekê pir ditirse. Ji bo vê yekê dewleta Tirkiye hewl dide hemû qirêjiyên xwe bixe ser Kurdan. Wekî em dibînin, dibêje sedema êrîşên DAIŞ’ê siyaseta PYD’ê ye, vê propagandayê dike û dixwaze sûcê xwe biavêje ser Kobanê. Dewleta Tirkiye bi xwe alîkariya DAIŞ kir, DAIŞ mezin kir û ajot ser Kobanê.
Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn de jî, behsa rewşa PDK, rewşa Rojava û Kobanê, erka dikeve ser milê partiyê Başûrê Kurdistanê û lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurd dike.