Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser bangên ji bo boykotên dibistanê û got; “Divê êdî saziyên komkujiya çandî ji zîhniyetan bên avêtin. Tenê li hember dagirkeriyê û komkujiya çandî derketin têrê nake; divê jiyana bi wan re jî neyê qebulkirin. Êdî karê kurdan bi saziyên dagirkerî û komkujiyê re tune ye.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya bi sernavê “Helwesta li dij saziyên komkujiyê” ya di malpera rojnameya Azadiya Welat de hat weşandin, bangên boykotkirina dibistanan nirxand û got; “Ev helwest dê li Kurdistanê dewleta tirk felç bike, heta dewletê neçarê çareseriyê bike. Ev dê ji têkoşîna leşkerî û siyasî bandortir encamê bi dest bixe.”
Dewleta tirk hê jî kurdan wekî koleyên di bin dagirkeriya xwe de dibîne. Ji ber vê yekê jî her cure tasarûfa xwe ya li ser kurdan û Kurdistanê weke mafekî rewa dibîne. Dema kurd mafê xwe yên herî xwezayî bixwazin, rastî bertekên wekî ‘hedê xwe nizanin’, ‘bi ser xwe çûne’ tên. Bixwe civaka tirk araste dikin, lê dibêjin mafên ku tirk qebul nekin, nexwazin. Dema kurd mafê xwe yên herî xwezayî û bingehîn dixwazin rastî bertekan tên. Di hemû axaftinên siyasetmedarên tirk de, heta di usluba nivîskarên ku ji xwe re dibêjin 'rewşenbîr' de kompleksa serdestiyê heye. Pir aşkera ye ku heta ev têgihiştin neguhere pirsgirêka kurd çareser nabe.
Bêguman hîn sedemên vê kompleksa dagirkireyê ya dewleta tirk hene. Sedema yekem ew e ku; bi dîrokê ve girêdayî di zîhniyeta dewleta tirk de komkujî heye. Dewleta tirk, Kurdistanê wekî qadeke dagirkeriyê ku, neteweya tirk li vir bi cih bibe dibîne. Dixwazin bi zîhniyeta netew-dewletê ve hemû kesên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn, bikin tirk. Piştî Împaratoriya Osmanî belav bû, ji bo netew-dewletê ava bike, bi hemû hêza xwe ve li hember gelan komkujiyên fîzîkî û çandî pêk anî. Qurbanên yekem, suryanî û ermenî bûn. Bi avakirina komarê re kurd jî bi komkujiyên fîzîkî û çandî re rû bi rû man. Dewleta tirk îro jî bi zîhniyeta komkujiya çandî tevdigere. Dibêjin di 90 salî de hinek serketine û di van rêbazan de israr dikin.
Sedemeke girîng a berdewamkirina zîhniyeta dagirkeriyê jî, hevkarên kurd in. Di dîrokê de îradeya tebaqaya jor ya kurd hatiye şikestin û serdestiya tirk bi awayekî hişk hatiye pejirandin. Serdestiyê wekî mafê serdestiya çînên serdest yên tirk dibînin. Bi pêşketina kapîtalîzmê ve di nav kurdan de hîn tebaqayên nû derketine holê û ev tebaqayên nû ji serdestên kurd yên kevn bêtir hevkariyê dikin. Ji nirxên xwe yên civakî dûr ketine. Êdî hemû jiyana wan girêdayî dewleta tirk e. Bi gotineke din hatine bidestxistin (stendin). Ji ber vê yekê hemû gotin û axaftinên xwe li gorî dilê rayedarên dewleta tirk dikin. Hebûna van dibe sedem ku dewleta tirk xwe xwediyê esasî yê Kurdistanê bibîne û ev yek jî dibe sedem ku dewlet di neçareseriyê de israr bike.
Ya herî xirab jî ewe ku di nav civaka kurd de, dagirkeriya dewleta tirk û komkujiyên çandî wekî tiştekî normal dibînin. Bêguman di encama têkoşîna 40 salî de dagirkeriya dewleta tirk bi awayekî cidî hatiye lêpirsîn. Di encama vê yekê de bi dehan sal in têkoşînek tê dayîn. Polîtîkayên dewleta tirk tên redkirin. Lê li hember saziyên pergalê yên dagirkerî û komkujiyên çandî helwesta ku tê nîşandin qels in. Hebûna wan saziyan wekî tiştekî normal tên dîtin. Ev sazî wekî perçeyeke jiyanê tên dîtin. Ev rewş dibe sedem ku dagirkeriya siyasî û komkujiyên çandî ji aliyê hinek kurdan wekî tiştên bên pejirandin, bên dîtin. Dibe ku dijberî helwesta siyasî û têkoşîna kurdan re bi nakok bê dîtin, lê rastî ev e. Saziyên heyî meşrû nabînin, lê bi hev re, ligel hev jî dijîn. Heta mirov dikare bibêje, dibin sedem ku ev sazî hebûna xwe berdewam bikin.
Sedemek din ya vê rewşê jî feraseta têkoşînê ye. Di têkoşînên rizgariya neteweyî yên sedsalên berê de, wekî rêbaz xirabkirina dewletê û dewleteke nû avakirin an jî hedef ew bû ku hêzên leşkerî yên dewletê li wir bên derxistin. Bêguman pratîk û nêrînên wekî; redkirina saziyên dewletê û ji dewsa wan avakirina saziyên xwe jî hebûn. Lê ev nêrînên esasî û xeta têkoşînê yên girîng nebûn. Ev rewş îro bandoreke neyînî li ser têkoşîna kurdan dike. Fikra, teqez divê dewlet xirab bibe, ev hêzên zextan yên dewletê bên avêtin û piştî vê yekê saziyên xwe bên avakirin. Ev nêrîneke şaş e û ev nêrîn dibe sedem emrê dewleta tirk li Kurdistanê dirêj bibe û cesaretê bide dewleta tirk ku di neçareseriyê de israr dike.
Tevgera Azadiya Gelê Kurd gihîştiye xet û asteke nû. Ji bo avakirina pergala demokrasî û azadiyê, fikra xirabkirina dewletê an jî avêtina hêzên zext û zordariyê hatiye terikandin. Hedef ew e ku civak ji îro pêve, pergalên xwe yên azadî û demokrasiyê ava bikin. Di encama têkoşîna 40 salî de kurd hatine vê astê ku pergala xwe ya demokrasiyê ava bikin. Ji ber vê yekê komîteyên KCK’ê yên siyasî û civakî bang kirine ku gelê kurd saziyên dewletê red bikin, xwe ji saziyên dewletê dûr bixin û pergala xwe ya demokratîk ava bikin. Hatiye xwestin ku, eger dewlet mafê kurdan yên xwezayî qebul neke, divê kurd hemû saziyên dewletên yên dagirkerî û komkujiyê red bikin û saziyên xwe yên alternatîf ava bikin.
Ev banga KCK’ê di esasa xwe de banga şoreşa zîhniyetê ya bingehîn e. Ji bo ji pergala komkujiya çandî bê qetandin gaveke girîng hatiye avêtin. Divê êdî saziyên komkujiya çandî ji zîhniyetan bên avêtin. Tenê li hember dagirkeriyê û komkujiya çandî derketin têrê nake; divê jiyana bi wan re jî neyê qebulkirin. Êdî karê kurdan bi saziyên dagirkerî û komkujiyê re tune ye. Divê neyê gotin em mecbûrê vê yekê ne. Pergala komkujiyê vê mecburiyetê ferz dike. Kurd ne mecbur û ne jî muhtacê saziyên komkujiyê nîn in. Divê em bibînin ku ev saziyên komkujiya civakî ne û divê em li hember wan helwesta xwe nîşan bidin.
Ev helwest dê li Kurdistanê dewleta tirk felç bike, heta dewletê neçarê çareseriyê bike. Ev dê ji têkoşîna leşkerî û siyasî bandortir encamê bi dest bixe.
Destpêkirina dibistanan nêzîk dibe. Dibistan saziyên bingehîn yên komkujiya çandî ne. Komkujiya çandî di esasê xwe de li van dibistanan de tê meşandin. Ji ber vê yekê divê gelê kurd bi boykotkirina van dibistanan ve helwesta xwe ya ji pergala komkujiya çandî qetandinê nîşan bidin. Divê hemû dost û dijmin bibîne ku kurd van saziyên dagirkerî û komkujiyê normal nabînin û naxwazin bi van saziyanre têkiliyê deynin. Divê bê qêrîn ku; eger dev jî zîhniyeta dagirkeriyê berdin û kurd bi saziyên xwe ve xwe rêve bibe, wê demê yekitiya azad û demokratîk mimkun e.