Baweriya Kurdan bi edaleta Danîmarkayê nema

Baweriya Kurdan bi edaleta Danîmarkayê nema

Saziyên Kurdan ên li Denmarkê, bi daxuyaniyeke nivîskî serdegritina polîsên Demarkî ya hefteya borî li hemberî Navenda Çanda Kurdan pêk hat bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Saziyên Kurdan dan zanîn ku li Ewropayê her ku diçe qad li Kurdan tê tengkirin û gotin; “Baweriya me ya bi edaleta Denmarkê nemaye.”

Federasyona Komeleyên Kurdan ên Denmarkê (FEY-KURD) û tevî 8 komeleyên endamên xwe re daxuyaniyeke nivîskî daxuyaniyek da û nerazîbûnek tund nîşanî polîtîkayên krîmînalîzyona li ser Kurdan da. Di daxuyaniyê de helwesta dewlet û hukûmeta Denmarkê ya li hemberî Kurdan û saziyên wan û helwesta yekalî ya çapameniyê rexne kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku baweriya Kurdan bi edaleta Denmarkê nemaye.

FEY-KURD diyar kir ku piştî serdegirtina polîsan a li hemberî Kurdan pêk hat, aşkere bû ka çiqas haya raya giştî ji Kurdan heye û helwesta yekalî ya çapemeniya Demarkî rexne kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Li hemberî van çavdêriyên bi destê çapemeniyê de di nava civakê de tên afirandin jî, lê Kurd li Demnarkê kêmara herî zêde zû hevsengî û ahengiyê pêk tîne ye, ev rastiyeke û tê zanîn. Mînak di komeleyên girêdayî Federasyona Komeleyên Kurd ên li Denmarkê de, ji akademîsynenan bigire heta xwendekaran, xebatên çandî dimeşînin.”

Di daxuyaniyê de êrîşa li hemberî Kurdan û saziyên wan weke êrîşên li hemberî azadiyan hate binavkirin û wiha hat gotin; “Ev êrîşên li hemberî sazî û komeleyên me yên li Denmark ku weke welatê komeleyan tê nasîn, em weke êrîşek li hemberî azadiya komelevaniyê û bi awayeke giştî li hemberî nirxên demokrasiyê dibînin û em dibêjin li hemberî van êrîşên li hemberî Kurdan tên kirin armancên polîtîk hene.”

HEVKARIYA TIRKIYEYÊ TÊ KIRIN

FEY-KURDê bal kişand ser doza Roj TV û bi bîr xist ku weke bi belgeyên Wikileaksê aşkere bû ku ji bo Sekreterê niya yê Giştî yê NATO’yê Adres Fogh Rasmussen bikare bibe sekreterê NATO’yê di navbera Tirkiye û Denmarkê de hevkarî hatiye kirin û got; “Jixwe bi vê êrîşa li hemberî sazî û rêxistinên me yên li Denmarkê pêk hatin, baweriya me ya bi Edaleta Denmarkê nehiştiye.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her çendî baweriya wan bi edaleta Danîmarkayê nemaye jî, em hêvîdar in ku ji niha û pêve bi helwesta xwe ya li hemberî Kurdan, careke din baweriya gelê Kurd qezenç bike.

Di binê daxuyaniyê de îmzeyên van sazîyan hene: FEY-KURD û 8 komeleyên endamên wê: Dansk Kurdisk Kulturcenter (Navenda Çanda Kurdan a Demkarê), Foreningen for Kurdiske Studerende og Akademikere FOKUS- A (Komeleya Xwendekar û Akademîsyenên Kurdan ên Demarkê), Kurdisk Kvinde Forening (Komeleya Jinên Kurd a Denmarkê), Kurdisk Ungdom (Komeleya Ciwanên Kurd), Hillerød Kurdiske Kulturforening (Komeleya Çandê ya Hillerød), Holstebro Venskabsforening (Komeleya Dostanî ya Holstebro), Kurdisk Forum (Foruma Kurd) û Dansk Kurdisk Arbejdsgiver Forening, DKAF (Komeleya Karsazên Kurd.)