Rûniştina duyemîn a komxebata bi şîara “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratik - rêya aştiyê” li paytexta Lubnanê Beyrûtê hat lidarxistin. Rûniştin ji aliyê Nîcola Namiq ve hat birêvebirin.
Di rûniştina duyemîn de ya bi sernavê "Rêvebertiya gel û astengiyên li pêşiya wê" de, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sedem û bandorên wê, rewşa heyî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna ji bo têkbirina komployê hatin nîqaşkirin.
Mamosteya zanistên siyasî ya zanîngeha Qahîreyê Dr. Ferînaz Etiyê bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, tişta balkêş di komployê de ew e ku ruxmî cudahiya îdeolojiya dewletên komploger, lê li ser revandina Abdullah Ocalan û radestkirina wî bo dewleta Tirk li hev kirin.
‘ABDULLAH OCALAN JI MAFÊN XWE YÊN REWA BÊPAR E’
Ferînaz Etiyê diyar kir ku dewleta Tirk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mafên wî yên herî biçûk bêpar hiştiye û wiha wiha pê de çû: "Yek ji sedemên revandina ronakbîr Abdullah Ocalan ramanê wî ye. Ramanê Ocalan li xweşiya dewletên rojavayî yên xwedî fikrên nîjadperest nehat ku ji fikrên wî ditirsin.
Revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû hêmanekî afirandina aloziyan û xurtkirina nîjadperestiyê. Em vê yekê li bakurê Sûriye, Tirkiye û Îranê dibînin. Li van cihan êrîşan li ser Kurdan têne kirin û bi terorê tên tawanbarkirin. Di encamê de dewletên rojavayî bi hevkariya dewletên herêmî ji bo jihevxistina Rojhilata Navîn dixebitin."
Ferînaz Etiyê banga avakirina têkiliyan bi Kurdan re kir û anî ziman ku di navbera Ereb û Kurdan de berjewendiyên hevbeş hene.
Di rûniştina duyemîn a roja dawîn a komxebatê de ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç axivî. Mazlûm Dînç diyar kir ku gelek qanûnên Tirkiyeyê hene ku rêzê dide mafên mirovan, lê dema mijar dibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurd, durûtiyê dikin.
‘KOMPO HÎNA BERDEWAM E’
Dînç anî ziman ku bêyî projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî, aştî û pêkvejiyan nepêkan in û got: “Tirk projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî risekekê didît û ji ber vê yekê êrîşî wî kirin û wî girtin. Komplo hîna berdewam e û li Îmraliyê veguheriyê tecrîdê."
Parêzer Mazlûm Dînç diyar kir ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ceza hene, darizandina wî ne adil û ne qanûnî bû, lê belê şeklî bû û got: “Li girîgeha Îmraliyê 5 girtî hene, ev girtî ji mafên hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re bêpar hatine hiştine.
Di encama jinûve avakirina girtîgeha Îmraliyê de rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan xirab bû, me xwest raporên tibî bibînin lê desthilata Tirk bersiv neda. Dîsa me xwest komîteyeke tibî ya serbixwe serdana Îmraliyê bide, lê ev daxwaz jî hat redkirin. Desthilata Tirk nahêle em serdana Îmraliyê bikin û bi vê yekê tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike. Agahiya herî dawîn ku me ji Abdullah Ocalan girtibû berî zêdetirî 2 sal û nîv bû. Wê demê Abdullah Ocalan bi birayê xwe re axivîbû û ji wê demê ve me tu agahî negirtine."
‘DIVÊ EM LI DIJÎ ZILMÊ DERKEVIN’
Piştî axaftina Mazlûm Dînç, mamosteyê qanûna navneteweyî yê ji Afrîkaya Başûr Mehmûd Batîl semînerek da. Batîl got: "Em li gorî qanûneke navneteweyî ya zalimane kar dikin, pêwîstiya me bi qanûneke federal û pergelek azad heye ku parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû mezlûman bike. Erka me tevan e ji bo azadiya vê rêberî kar bikin. Divê em dengê xwe bilind bikin û bi hev re li hemberî zilmê kar bikin."
Mehmûd Batil banga piştgiriya doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên derbirînê kir.
Komxebat wê sibe bi du rûniştinên din û pêşniyaran dewam bike. Di dawiyê de wê encamnameya wê were eşkerekirin.