Başaran: Em ê desthilatdariyê têk bibin, bila kes bêhêvî nebe
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got, “Em ê vê polîtîkayê têk bibin. Divê tu kes bêhêvî nebe."
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got, “Em ê vê polîtîkayê têk bibin. Divê tu kes bêhêvî nebe."
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî biryara betalkirina parlementeriya wekîla girtî Semra Guzel, li ber avahiya Rêxistina Navçeya Yenîşehîrê daxuyanî da. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlementera bajêr Dêrsim Dag û hevserokên bajêr Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan û gelek endamên partî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Semra Guzel vîna me ye" hate hilgirtin.
Hevseroka Bajêr Gulîstan Atasoy beriya daxuyaniyê axivî û diyar kir ku Guzel ji ber ku bi rengekî ne hiqûqî hatiye ragirtin, nikare tevlî civîna lijneya giştî bibe û wiha got: “Di daxuyaniyên xwe yên heta niha de me diyar kir ku em ê vê rewşê nepejrînin û em ê desteserkirina îradeyê qebûl nekin. Me gelek caran gotiye û em ê bibêjin ku Semra Guzel û hilbijartiyên li girtîgehê vîna me ne. Em baş dizanin ku; mudaxeleya ku di şexsê Semra Guzel de hat kirin, li dijî siyaseta jinên Kurd e. Guzel îradeya gelê Amedê ye û yên ku vîna me nas nakin, em jî wan nas nakin."
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, "Em îro li ser navê jinên Kurd ên ku bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li çar aliyan li hemberî dagirkerên komkujiya jinan, destdirêjî û tecawizê rewa dibînin, li vir in. Em li ser navê jinan li vir in. Em îro xwedî li vîna wan derdikevin û êrîşên li hemberî jinan şermezar dikin. Em ji bo ku bêjin hûn nikarin bi girtin, gef, zext û qeyûman paşde gav bi me bidin avêtin, li vir in. Weke tê zanîn di pêvajoya çareseriyê de desthilatdariyê bi destê xwe dawî li hevdîtinan anî û şer da destpêkirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd jî ji holê hate rakirin. Ev şer ne tenê fîzîkî bi destê darazê ve jî tê meşandin. Bi qayûman, girtinan, destgîrkirinan gotin ‘em ê bi her awayî we û nasnameya we tune bihesibînin’. Bi vî rengî gotin ger hûn li hemberî biryarên me derbikevin jî em ê we di nava çar dîwaran de dîl bigirin. Ev peyam ji jinên Kurd û kesên wekheviyê dixwazin û kesê têdikoşin re hate dayîn. Lewra wê dîrok careke din bibe şahidê binketina wan. Wê dîrok careke din bibe şahidê serkeftina têkoşîna jinan. Her wiha girtina Semra Guzel jî bi heman rengî bi riya darazê bi awayekî bê hiqûqî pêk hat. Di sîstemek demokratik de gel hildibijêre û parlamenterî nayê xistin. Lewra van êrîşên xwe bi riya darazê dixwazin rewa bikin. Ji ber van êrîşên xwe desthilatdarî mehkumî têkçûnê ye. Hewldanên wan çibe û çi rêbazê bi kar bînin, wê bi ser nekevin. Pêşî em ê vê siyasetê têk bibin, piştre jî em ê deriyên girtîgehan vekin û li vî welatî jiyanek demokratîk, wekhev û azad ava bikin. Divê kes bêhêvî nebe. Yên ku îro hesab ji me dipirsin wê hesabê herî mezin li pêşberî raya giştî bidin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Semra Guzel vîna me ye” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.