Serokê Herêma Federala Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo tevlî Kongereya AKP’ê ku dê sibe pêkbê hate Enqereyê.
Barzanî li Balefirgeha Esenboga ya Enqereyê ji aliyê Balyozê Şamê yê Tirkiyeyê Omer Onhon û hinek peywendîdaran ve hate pêşwazî kirin. Barzanî piştî pêşwazî kirinê çû otela lê bimîne.
Barzanî dê sibe tevlî 4’mîn Kongreya Asayî ya AKP’ê bibe.