Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di kongreya AKP’êde axivî û diyar kir ku ew ê ji bo pirsgirêka Kurd destekê bidin Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan. Barzanî, axaftina 2005 a li Amedê ya ku Erdogan bi xwe jî ji bîr kiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 4’emîn Kongreya Asayî ya AKP’ê de axivî. Barzanî bi silavkirina kongreyê dest bi axaftina xwe kir û ji bo vexwendinê spasî kir. Barzanî destnîşan kir ku Tirkiye ji boherêmê xwedî rolek girîng e û got; “Lê em dizanin ku li herêmî hene. Lê hemû pirsgirêk dikarin bên çareserkirin, lê divê vîna ji bo çareseriyê hebe.”
Barzanî diyar kir ku rijîna xwîna her ciwanek Tirk û Kurd wana diêşînin û got; “Spasiya Erdogan dikim. Di axaftina xwe ya li Amedê de diyar kir ku pirsgirêk li benda çareseriyê ye. Piştre jî hatins erdana me. Li hemberî vê polîtîkayê, bi ya me divê hemû Kurd piştgirî bidin. Ji ber ku tu pirsgirêk bi tundiyê çareser nabe.”
Barzanî da zanîn ku ji bo bidawîbûna pevçûnan ew amade ye ku destekê bide Erdogan û got, “Aşitî rêya herî baş têgihiştina hev e. Tiriye di asta herêmê û navneteweyî dewelatek girîng e. Li Rojhilatanavîn Em hêvîdar in ku gelê Sûriyeyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.” Barzanî ji bo meseleya Sûriyeyê spasiya Tirkiyeyê kir.
Piştî axaftina Barzanî Erdogan li ser kursiyê Barzanî pêşwazî kir û hembêz kir.