Bandora Şemizînanê gihişt afîşên artêşa Tirk jî!

Bandora Şemizînanê gihişt afîşên artêşa Tirk jî!

Serfermandariya Artêşa Tirk dirûşima “Artêşa bi hêz, Tirkiyeya bi Hêz” ji afîşa 30’ê Tebaxê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve weke “Cejna Serkeftinê” tê binavkirin, rakir.

Serfermandariya Artêşa Tirk di malpera xwe ya înternetê de weşand de cih da afîşa bi sernavê “Rêya Têkoşîna Milî ya diçe Serkeftinê” gotina 'Serkeftin ya kesê ku dibêje serkeftin a min e' ya Ataturk bi cih kir.

Afîşa berê ya bi dirûşima “Artêşa bi hêz, Tirkiyeya bi Hêz” hate rakirin. Balkêş bû ku ev dirûşim di demek ku derdora Şemizînan ketiye bin kontrola gerîlayan de pêk hat.

Her çendî dewlet û çapemeniya Tirk hewl didin wendahiyên xwe veşêrin, lê belê kontrol û serweriya gerîlayan a li Colemêrgê berfireh dibe.