Balefirên Suriyeyê girseya ji merasima cenaze vedigeriya bombebaran kir
Balefirên Suriyeyê girseya ji merasima cenaze vedigeriya bombebaran kir
ANF
Heleb
în, 28 rezberê 2012, 22:44
Balefirên şer ên rejîma Suriyeyê, piştî merasima cenazeyê endamê asayîşê Reşîd Hebîp ku îro li Helebê di encama gulebarana pêxasên rejîmê de jiyana xwe ji dest dabû, girseya ji ser goristanê vedigeriya bombebaran kir. Hate ragihandin ku dema girse ji Helebê diçû Efrînê, li nêzî bajaroka Heyam a girêdayî Helebê hate bombebarankirin. Hate hînbûn ku di bombebaranê de kesên birîndar hene./..