Rojnameya Independent ragihand ku beriya her êrîşek a bi balefirên bê mirov, destûr ji Serokê DYA’yê Barrack Obama tê girtin. Nivîskarek The Guardianê jî diyar kir ku bi van balefiran bi hezaran mirov hatine kuştin û dê zêdetir jî bêne kuştin. Nivîskar got; “Li şûna astengkirina terorê, belav dike.”
Herî dawî, di 26’ê gulanê de Berdevkê hikûmeta eyaleta Paktîa ya li rojhilatê welêt Ruhullah Samun ragihand ku di êrîşa li hemberî sivîlan pêk hat de, zilamek, jinek û şeş zarok jiyana xwe ji dest dan û got; “Ev bombebaran ji aliyê NATO’yê ve pêk hatiye.” Hêzên NATO’yê di encama êrîşên bi vî rengî de bi dehan sivîlên Efxan qetil kir û ev yek jî dibe sedema rageşiya di navbera hikûmeta Efxan û hêzên NATO’yê de.
NEFRET ZÊDE DIBE
Rojnameya Îngilîz Independentê ragihand ku beriya her êrîşek a bi balefirên bê mirov, destûr ji Serokê DYA’yê Barrack Obama tê girtin. Nivîskarê Seumas Milne jî nivîsand ku bi van balefiran bi hezaran mirov hatine kuştin, dê zêdetir bêje û kuştin û got; “Dê nearamî bikeve nava welatên mutefîkên DYA’yê û El Qaîde jî dê xurt bibe.
EL QAÎDE XURT DIBE
Nivîskar got; "Beriya 10 salan hat gotin ku dê li şûna stratejiya astengkirina terorê, terorê zêdetir bibin. Ev bi rastî jî wisa bû.” Nivîskar diyar kir ku Obama niha navê wê diguherîne û got; “Bêaramiya li Pakîstanê û xurtbûna El Qaîde li Yemenê, her ku diçin zêdetir dibin. Karanîna van balefiran li dibe sedem ku cîhana Îslamê nefretê ji DYA’yê bike. Bi terorê re şer nakin, berovajiyê wê terorê xwedî dikin."
Ger li welatek mîna DYA’yê, her fir û bombebaranên van balefirên bê mirov bên ji Obama bên pirsîn, ev balefir bê erêkirina Obama nikarin bombebaran bikin, ji bo Tirkiyeyê jî gelek nîşaneyên pirsê di serê mirov de çêdibin û bi taybet jî ev pirs tîne hişê mirov; “Gelo li Tirkiyeyê balefir dikarin bê erêkirina Serokwezîr an jî Serokkomar bombebaran bikin.”
DI BÛYERA ROBOSKÊ DE JÎ AGAHÎ JI DYA HAT
Ji aliyek din ve di 16’ê gulanê de Rojnameya Street Journal (WSJ) ragihand ku komkujiya Roboskiyê ya ku bû sedema kuştina 34 kesan li ser îstîxbarata DYA’yê pêk hatiye. Rojnameyê bal kişand ser kêliyeke beriya komkujiyê û wiha got: “Tirkan pêşniyara rayedarên DYA’yê ya zêde girtina dîmenan red kir.” Her çendî hikûmeta AKP û artêşa Tirk vê yekê red bike, lê rojnameyê diyar kir ku ji bo vê yekê delîl di destê wan de hene. Her çendî Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên hikûmeta AKP’ê hewl bidin vê komkujiyê veşêrin, lê li gelemperiya Tirkiyeyê bûyera ku herî zêde bû sedema alozî û nefreta gel Roboskî ye û ev jî merîfetek a balefirên bê mirov e.
Piştî, nakokiya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de, êdî Tirkiyeyê berê xwe da kirîna Predatorên DYA’yê. Beriya Roboskiyê û piştî wê jî, Tirkiye ji bo bikare balefirên Predator ên ku dikarin hem keşfê bikin û hem jî bombebaran bikin, bikire, serî li hemû rêyên dîplomasiyê dide.
LI HEMBERÎ KURDAN PREDATOR LI ÎNCÎRLÎKÊ NE
Piştî ku DYA hêzên xwe ji Iraqê vekişand, 4 heb balefirên Predator ji bo kontrolkirina sînorên Tirkiye û Iraqê, bi taybet jî ji bo li hemberî gerîlayên Kurd bi kar bînin, li Încîrlîkê danî. Jixwe di mijara 2011 de Wezareta Parastinê ya DYE’yê (Pentagot) piştrast kir ku 4 heb Balafirên bê Mirov ên Predator ên Amerîkayê li Balafirgeha Leşkerî ya Încîrlîkê hatine bicihkirin. Wezaretê ragihand ku ji ber “Gefên ji PKK’ê tên” balafirên bê mirov ên Predator li Încîrlikê hatine bicikirin.”
Dîsa, beriya demekê Serokê CIA’yê David Petraeus, di çarçoveya şerê li dijî El Qaîdeyê de, xwest ku ji bo bombebarana ji aliyê balafirên bê mirov ên li Yemenê destûra “bê naskirina nasnameyê” bê dayîn. Bi vî awayî destûra kuştina zêdetir mirovan ji aliyê Obama ve tê dayîn.
Ev daxwaza CIA’yê ji aliyê rêveberiya Barack Obama yê ku Xelata Aşitî ya Nobelê wergirtiye ve hat qebûlkirin. Li gorî zagona nû hatiye derxistin, balafirên bê mirov ên DYA’yê dikarin her kesên ku tê gotin ‘têkiliya wan bi El Qaîde re heye’ bombebaran biikin.
BALEFIRAN ZÊDETIRÊ 2800 MIROV KUŞTIN
Di karanîna van balefirên bê mirov de DYA di rêza yekemîn de ye, heta niha piraniya wan li Efxanîstan û Pakîstanê, bi giştî 2800 kes ji aliyê van balefiran ve hatine kuştin. Welatên weke DYA, Îsraîl, Erebîstana Siûdî li şûna balefirên şer, tank û topan, balefirên xcwe yên bê mirov zêde dikin.
Ji lêkolînerên dîroka şer Steven Zaloga sala par ji kovara Alman Der Spiegelê re axivîbû û dabû diyarkirin ku DYA’yê di sala 2002 de ji bo WBH’yan (wesayîtên bê mirov ên hewayî) 550 milyon dolar xerç kir, di sala par de jî 5 milyar dolar xerc kiriye.
40 WELAT BI KAR TÎNIN
Karanîna WBH’yan her ku diçe li cîhanê belavtir dibe. Di warkê karanîna van wesayîtên hewayî de bazara herî mezin dîsa Rojhilata Navîn e. Welatên di vî warî de li pêş in; DYA, Erebîstana Siûdî, Ûmman, Tirkiye, Îtalya, Malezya, Hindista û Awustralya.
Li gorî raporek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin, li 40 welatan ev balefirên bê mirov ên hewayî tên karanîn û di destê artêşan de hene.
LI YE’YÊ WBH LI DIJÎ MIROVAN TÊ KARANÎN
Ajansa Parastina Sînorên YE’yê “Frontex” diyar kir ku Ewropa plan dike ku ji bo tekoşîna karên qaçaxî yên li ser sînorên Ewropayê û bi taybet aliyê Deryaspî û pirsgirêkên sînor ên Tirk-Yewnanan, sînorên xwe bi balafirên bê mirov ên keşfê kontrol bike.
Çend hefte berê, di pêşangeha sê rojan li bajarê Aktioya Yewnanîstanê berdewam kir de hate nîşandan ku balafirên bê mirov ên hewayî êdî ji warê leşkerî hêdî hêdî derbasî warê polîsî dibin. Ev hewldanê YE’yê li rastî nerazîbûnên tund ên rêxistin û partiyên çepgir tên.
HER ÇAR ROJ CAREKÊ ÊRÎŞ DIKIN
Li Efxanîstanê êrîşên ji aliyên operasyonên bi mirovan ve hatine kêmkirin, lê yên balefirên bê mirov hatine zêdekirin. Heta niha ev balefirên bê mirov her çar roj carekê êrîş dikin. Di dema desthilatiya George W. Bush de her 47 rojan carekê ev êrîş pêk dihat.
Niha, di destê DYA’yê de 230 ji van wesayîtan hene. Hat aşkerekirin ku li baregehên DYA yên li Etiyopya, Seyşelan û Cibûtiyê baregehên veşarî yên van balefirane hene.