Balefira şer a Tirk li peravên Sûriyeyê ket

Balefira şer a Tirk li peravên Sûriyeyê ket

Balefira şer a Tirk a ku ji Meletiyê rabû û agahî jê nedihat wergirtin, li avên perava Sûriyeyê ketiye.

Balefira ku ji qada Erhaça Meletiyê rabûye saet 11.58'an hê dema ku li rojavahiyê başûr a li bajarê Hatayê bû agahî jê nehat girtin. Hêzên Çekdar ên Artêşê ji malpera xwe ya fermî der heqê mijarê de agahî da û got; "22'yê Hezarana 2012'an balefira me ya ji qada Erhaç/Meletiyê saet 10.30'an de rabû saet 11.58'an de hê dema ku li rojavahiyê başurê bajarê Hatayê bû têkiliya wê ya bêtêl û radarê birî. Li ser vê yekê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin."

Li gorî nûçeya DHA’yê, balefira şer a Tirk 8 mîlan li avên peravên Sûriyeyê ên li başûrê navçeya Samandag a Hatayê ketiye.