Bahçelî ji bo 'destdana' wekîlan zend û bendan bada

Bahçelî ji bo 'destdana' wekîlan zend û bendan bada

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî ji bo rakirina destnedana parlementerên BDP’yî xwestin di makeqanûnê de sererastkirinên nû bên pêkanîn.

Bahçelî, der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û xwest bendên 2 û 3 yên madeya 83’emîn a makeqanûna Tirk bên guhertin û destnedana parlementeran bê rakirin. Bahçelî di daxuyaniya xwe de wekîlên BDP’ê kir hedef.

Piştî ku parlementerên BDP’ê li Şemizînanê di dema kontrola rê de li rastî gerîlayan hatin, Dadgeha Bilind der barê sicîla parlementeran de lêkolîn da destpêkirin û Serdozgeriya Komarê ya Wanê jî fezleke amade kir.