Ayhan, çeteyên DAIŞ'ê yên li Rihayê hatin girtin pirsî

Ayhan, çeteyên DAIŞ'ê yên li Rihayê hatin girtin pirsî

Parlamenterê HDP'ê Ayhan, îdîaya li ser girtina sê endamên DAIŞ'ê li Rihayê, xist rojeva parlamentê û ji Wezîr Ala agahî xwest.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, îdîaya li ser girtina sê endamên çeteya DAIŞ'ê bi pêşniyar pirsekê ji Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala pirsî.

Ayhan ragihand ku şahidên bûyerê dane xuyakirin ku sê endamên çeteya DAIŞ'ê di 30'ê Mijdarê de li Otogara Rihayê ji aliyê gel ve hatine girtin û radestî polîsan hatine kirin û got, "Her wiha wêneyên van kesên tê gotin DAIŞ'îne û biyanî ne, di çapemeniyê de cih girtiye."

'LI HEMBERÎ WAN LÊPIRSÎNA EDLÎ HAT KIRIN?'

Ayhan ê HDP'yî ji Wezîr Ala pirsî ku ev îdîa rast e yan na û pirsî ku kesên mijara gotinê welatiyên kîjan welatî ne, li ser van kesan belgeyên bi çi rengî derketine holê ku nîşan didin endamên DAIŞ'ê ne û der heqê wan de lêpirsîna edlî hatiye kirin yan na.