Aydogan, muameleya 'terorîst' a li YPG'ê tê kirin ji hikûmetê pirsî
Aydogan, muameleya 'terorîst' a li YPG'ê tê kirin ji hikûmetê pirsî
Aydogan, muameleya 'terorîst' a li YPG'ê tê kirin ji hikûmetê pirsî
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Aydogan, muameleya 'rêxistina terorê' ya li YPG'ê tê kirin rexne kir û ji Wezîr Bozdag pirsî, ka sparteya vê sûcdariya li rêxistina ku li Rojava li dijî DAIŞ'ê têdikoş e tê kirin, çi ye.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, der barê muameleya 'rêxistina terorê' ya li YPG'ê tê kirin de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kir û jê xwest, bersivê bide van pirsan:
"Di darizandina Îsmaîl Sadik de û di rûniştina destpêkê ya vê darizandinê de, bêyî lêkolînek bê kirin û karê berhevkirina delîlan bê destpêkirin dadgehê got 'di qonaxa heyî de' hemû daxwaz red kir. Gelo ev nêzîkatî nîşaneya polîtîkaya derve ya Tirk a li hemberî Rojava nîne? Eger ne bi vî rengî be, tevî ku YPG di lîsteya rêxistina terorê ya Tirkiyeyê de nîne, çima Îsmaîl Sadik bi hinceta YPG'yî ye hat girtin?
Tê zanîn ku rêxistinên terorê yên weke El Nûsra û rêxistinên pê ve girêdayî ji lîsteya rêxistinên terorê hat derxistin û DAIŞ jî di rêza herî dawî ya lîsteyê de cih digire. Di vê çarçoveyê de, di nava du salan de der heqê çend kesan de bi hinceta têkiliya wan bi rêxistina terorê heye doz yan jî lêpirsîn hatine vekirin? Di encama vî karê hiqûqî de çend kes bi îdîaya pêwendiya xwe bi DAIŞ'ê re heye hatine girtin? Çend kes bi îdîaya pêwendiya xwe bi DAIŞ'ê re hene hikum xwarine?"