Aydogan: Li Amedê tenê li navçeyên AKP’î elektrîk nayê birîn!
Aydogan: Li Amedê tenê li navçeyên AKP’î elektrîk nayê birîn!
Aydogan: Li Amedê tenê li navçeyên AKP’î elektrîk nayê birîn!
Parlamentera HDP’ê Aydogan qutbûna elektrîkê ya li Amedê bir meclîsê. Aydogan diyar kir ku qutbûna elektrîkê heta 8 saetan berdewam dike û bandorê li ser jiyana rojane û esnafan dike û li navçeyên ku AKP’ê qezenc kiriye elektrîk nayê birîn.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan mexdûriyeta ji ber qutbûna elektrîkê ya li Amedê û hinek îdîayên der barê A.Ş ya Elektîrk a Amedê de bi armanca ku bibersivîne pêşnûmepirsek da Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz.
Aydogan diyar kir ku li gundên navçeyên Erxenî, Hênê û Hezro ya Amedê û taxên diyarkirî yên navçeya Rezanê û taxên din ên navçeyên xizan elektrîk tê birîn û ev bandorek neyênî li ser jiyana rojene dike. Aydogan bi lêv kir ku bi taybet li navçeya Erxenî û Hênê ev bûye pirsgirêkek mezin.
DÎCLE ELEKTRÎK A.Ş DI NAV HELWESTEK ALÎGIRÊ DESTHILATDARIYÊ DE YE
Aydogan îdîayên der barê Dîcle Elektîrîk A.Ş de anî rojevê û got: “ Welatî diçin Dîcle Elektîrk A.Ş lê rayedarekî ku mexdûriyeta wan guhdarî bike tine. Dîsa derket holê ku li navçeya Çermûg û Çûngûşê ku di hilbijartinên 30’ê Adarê yên herêmî de AKP’ê qezenc kiriye elektrîk nayê birîn. Li gel li herêmê bendavên ku ji sedî 40’ê elektîrîka Tirkiyeyê pêşwazî dike hene jî, gel ji elektrîkê bêpar tê hiştin. Her wiha li Çûngûş û Çermûgê pirsgirêkek bi vî rengî tine û ev jî nêzîkatiya Dîcle Elektîrîk A.Ş ya hemberî desthilatdariyê nîşan dide.
LI NAVÇEYÊN KU WE QEZENC KIRIN ÇIQAS NÛBÛN HAT KIRIN?
Aydogan ev pirs ji Wezîr Yildiz kir:
Wezareta we der barê birîna elektrîkê ya li navenda Amed û navçeyên wê Erxenî û Hênê ku 8 saetan nayê dayîn, agahdar e yan na? Ger agahiya wezareta we tinebe, ev pêşnûme wê wek gilîkirinê li ber çavan bê girtin?
Îdîayên weke li Çermûg û Çûngûşê elektrîk nayê birîn de hene, di vî alî de têkiliya Dîcle A.Ş bi wezareta we re heye?
Di sala 2012’an de jî bo birîna elektrîkê ku pêk dihatin pêşnûmeyek hatibû dayîn. Wezareta we diyar kiribû ku mexdûriyeta gel û xetên nû yên elektîrêkê bên çêkirin bi biryara Desteya Sazkirina Piyasaya Enerjiyê re di navbera sala 2011-2015’an de 510.012.565 lîrayê Tirk lê diçe. Li ser vî esasî der xebatên nûbûnê ya mijara gotinê ye de çi bibû?
Ev pereyên mijara gotinê ji bo Erxenî, Hênê, Çermûg û Çûngûşê çiqas lê çûye?
Ji sala 2015’î re mehek kêmtir maye. Li gel vê pereyê ku hatiye destnîşankirin jî, çima hê li herêmê pirsgirêka elektrîkê heye?