Aydin Erdem li Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Aydin Erdem hate bîranîn
Aydin Erdem li Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Aydin Erdem hate bîranîn
Aydin Erdem li Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Aydin Erdem hate bîranîn

Xwendekarê Kurd ê Zanîngeha Dîcle ya Amedê Aydin Erdem ku bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû, li mala perwerdeyê ya Aydin Erdem a girêdayî Şaredariya Kayapinarê ya Amedê hat bibîranîn.
Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ê bi guleya polîsan di 6'ê Kanûna 2009'an de jiyana xwe ji dest dabû, di 5 saliya xwe de li mala perwerdeyê ya Aydin Erdem ya girêdayî Şaredariya Kayapinarê hat bibîranîn. Di vê roja bîranînê de Hevşaredarên Kayapinarê M. Alî Aydin û Fatma Arşîmet, rêveberên DBPê yên navendê û navçeyê, Meya-Der, malbata wî, hevalên wî yên dibistanê û bi sedan kes beşdar bûn.
Piştî rêzgirtinê Hevşaredar M. Alî Aydin got, “Îro bi sedan hevalên Aydin Erdem li Rojava têdikoşin hene. Ev bû 6 sal derbas bû ku hîn kujerên Aydin nehatine dîtin û derneketine pêşberî dadgehê. Gelek sal derbas bibin jî gelê Kurd nav komkujî ji bîr nake.”

Li ser navê malbatê apê Aydin Erdem İhsan Erdem jî axaftinek kir û got: “ Îro bi sedan kesên li ser rêya Aydin Erdem dimeşin û ev jî êşa me hinekî sivik dike.” Li ser navê DBPê ya navendê jî Burhan Karakoç jî axaftinek kir û diyar kir ku ew ê xwedî li şopdarê kesên ku li ser rêya tekoşîna gelê Kurd şehîd ketine derkevin
Di merasîma bîranînê de belgefîlmê ku kurtejiyana Aydin Erdem tîne ziman hate nîşandan. Bi temaşekirina belgefîlmê re hate dîtin ku beşdar hestyar bûn û giriyann. Zarokên ku li mala perwerdeyê ya Aydin Erdem dibînin, helbestên ku bi xwe nivîsandibûn xwendin û roj bi dawî bû.
