Aydar: Em ê bi biryardariyeke mezin li ber êrîşên AKP'ê rabin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar diyar kir, êrîşa AKP'ê ya li dijî HDP'ê û Kurdan dewama plana Şark Islahat a 1925'an e û got, "Em bi biryar in, bi berxwedaneke mezin li ber van êrîşan rabin."
ANF
BRUKSEL
yekşem, 13 sermawezê 2016, 07:20
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar da xuyakirin, AKP û Erdogan li dijî Kurdan şerekî topyekûn dane destpêkirin û got, AKP dixwaze plana Şark Islahat a di sala 1925'an de nîvco ma, temam bike.
Zubeyîr Aydar destnîşan kir, ku di polîtîkaya dewletê ya dij Kurdan de ti Kurdan nebûye û got, "Çend aliyên operasyona li dijî HDP'ê û Şaredariyên Kurdan hene. Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan neguhertiye. Plana Şark Islahat, ku di sala 1924'an de hat amadekirin û di sala 1925'an de ket meriyetê, dewm dike. Di pêvajoya çareseriyê de jî, ti planeke dewletê ya çareseriyê tinebû. Ne li Oslo ne jî li Îmraliyê planeke çareseriyê ya dewletê nebû. Herî dawî di 28'ê Sibatê de ev xera kir, amadekariya şer kir û di havîna par de dest bi şer kir."
Aydar bal kişand ser armanca Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan ji bo qedandina tevgera Kurd: "Dewleta Tirk biryar daye dengê Kurdan li cihî bibire. Lewma hem li hundir hem jî li derve şer dike. Ev yek plana giştî ya dewletê ye. Lê tevî vê yekê hesabeke şexsî ya Erdogan jî heye. Kurdan li pêşiya serokatiya xwe weke gefekê dibîne. Ji ber ku HDP temamiya civakê li dora xwe dicivîne. Weke hêzeke demokrasiyê têdikoşe."
'AQÛBETA SADDAM ÇI BÛ, YA ERDOGAN JÎ WÊ EW BE'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar bibîr xist, ku AKP'ê di dema bihurî de bi Cemaeta Fethûllah Gulen re xebitî û wiha dewam kir: "Lê belê Erdogan îro bi Ergenekoniyan re tevdigere. Yên ku di sala 1994'an de li dijî me şer ragihandin, îro li desthilatdariyê ne. Yên îro dewama wan e. Recep Tayyîp Erdogan jî berdevkê wan e. Di wê demê de plana Tansû Çîller û Dogan Guneş a ji bo qedandina Kurdan hebû. Erdogan jî îro heman tiştî dibêje. Wê demê partî hat girtin, parlamenter hatin girtin. Siyasetmedar li naverastê hatin înfazkirin. Lê tevî van hemû êrîşan jî tevgera Kurd xur bû, mezin bû. Yên ku qediyan, tine bûn, ew bûn. Îro jî dixwazin heman tiştî dubare bikin. Erdogan derketiye pêş, ên din jî li dora wî ne. Aqûbeta wan wê vê carê bêhtir nebaş be. Hingî tifaqek hebû. Niha ew jî nîne. NATO jî ne li pişta wan e. Bi hemû cîhanê re di nava pirsgirêkê de ne. Vê carê wê mezintir winda bikin, lê belê tevî wan wê zerarê bidin gelan. Aqûbesta Saddam çi bû, wê ya Erdogan jî bi heman rengî be."
Aydar da xuyakirin, ku parçeyek ji êrîşa li dijî Kurdan li Ewropayê li dijî siyasetmedarên Kurd tên kirin û got, "Erdogan digot, 'li ku dibin bila bibin, em ê bi ser wan de biçin'. Em hin tiştan dibihîzin. Siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê kirine hedef. Operasyonên li Ewropayê jî bi vê ve eleqedar in."
Zubeyîr Aydar li dijî gotina 'serî bitewînin' a Erdogan got, "Em li ber kesî serî natewînin. Em dixwazin li ser axa xwe bi rengekî azad û demokratîk bijîn. Ji bo vê jî em ê li ber xwe bidin. Lewma em bi biryar in li ber van êrîşan rabin. Em dixwazin li her cihî van êrîşan pûç bikin û tevgera demokratîk bi pêş ve bibin."