Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar teqîna li Dîlokê pêk hat şermezar kir ku hukûmeta AKP’ê weke berpirsê vê êrîşê destnîşan kir.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zûbeyîr Aydar ji servîsa Tirkî ya BBC re axivî û diyar kir ku ew hemû êrîşên li ser sivîlan şermezar dikin. Aydar got; “Em weke tevger êrîşên wiha red dikin û şermezar dikin. Li vir mirovên me hatine kuştin. Ev ne nêzîkatiyeke mirovane ye.”
Aydar bersiv da pirsa “Ger TAK’ê (Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê) jî ev çalakî kiribe, hûn ê şermezar bikin û got; “Ger tiştek wiha hebe em ê şermezar bikin. Berê jî hin çalakiyên şaş çêbûne. HPG’ê bi aşkereyî ji ber van êrîşan lêborîn xwestiye. Tevgera me di vê mijarê de pir aşkere ye. Çalakiya bike digire ser xwe, ya neke jî tu carî nagire ser xwe.”
Aydar destnîşan kir ku ji ber di destê wan de agahiyên zelal ên der barê êrîşê de tune ne, ji ber wê jî ew nikarin kesê tawanbar bikin. Aydar ragihand ku piştî bûyerê tiştên li Sûriyeyê diqewimin hatine hişê wî û got; "Tişta bêjim şîroveya min e. Lê ji min re wisa tê ku ev encamek a polîtîkayên hukûmetê ya li hemberî Sûriyeyê ye.”
Aydar hukûmeta AKP’ê weke berpisê bûyerê destnîşan kir û got; “Kê tetîkê kişandibe, berpirsê vê bûyerê hukûmet e, ew bûye sedema vê bûyerê.”