Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku ji xetibîna pêvajoya Osloyê hukûmeta Tirk berpirsyar e.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ku ew jî weke yek ji nunerên PKK’ê beşdarî hevdîtina li paytexta Norwec Osloyê beşdarî hevdîtina di navbera PKK û dewleta Tirk de pêk hat bû, ji servîsa Tirkî ya BBC re axivî û diyar kir ku wana di vê demê de her tiştê ku ketine serê milê wan kirin.
Aydar diyar kir ku wana di dema hevdîtinan de titşa ket serê milê wan kirine, lê hukûmetê sozên xwe bi cih neanî, dest bi mijûlkirinê kir û bi awayeke ciddî nêzî pêvajoyê nebû, bê hay û agahîdarî hevdîtinan qut kiriye.
‘DI DEMA BÊÇALAKIYÊ DE GIRTINÊN KCK DEST PÊ KIR’
Aydar destnîşan kir ku hevdîtinên herî bi lez ên Osloyê di sala 2009 de pêk hatin û di dema ku biryara bêçalaktiyê hatibû dayîn de girtinên ji doza KCK’ê dest pê kirin û vê bûyerê yekem car ziyanê da hevdîtinên Osloyê.
Aydar, derbarê girtinên KCK’ê yên di demek wiha de ev şîrove kir: "Aliyê hember, di vê mijarê de vîna xwe ya ji bo çareseriyê nîşan neda. Xwest tevgerê di nava bêçalaktiyê de bihêle û projeya xwe bixe dewrê."
‘SOZ DAN KU EW Ê YÊN LI XABÛRÊ NEGIRIN’
Aydar destnîşîna kir ku dewletê di hevdîtinê de soz da ku ew ê koma PKK’yî ya di 19’ê cotmeha 2009 de derbasî Tirkiyeyê bûn, negirtin, lê soza xwe bi cih neanî. Aydar wiha pê de çû:
"Jêre gotin komên aşitiyê, me şand. Dê kesek ji wana nehata girtin. Lê endamên wê komê niha di girtîgehan de ne. Dê tu tiştek nehata serê wan, dewletê soz dabû, lê dewletê heta niha soza xwe bi cih neaniye. "
Aydar bersiv da îdîayên dibêjin ‘pêşwazîkirina komê veguherî şowa PKK’ê û raya giştî nerehet bû’ jî û got:
"Pêşwazîkirineke wiha tu kesê plan nekiribû! Gel diçû pêşwaziya aşitiyê. Cara yekem mirov bi peyamên aşitiyê dihatin, ne cenaze. Diviyabû her kes bi vê yekê keyfxweş bibûna. Lê digotin ‘ ew hatine teslîm bibin’, lê me wan mirovan ji bo peyama aşitiyê şand. "
‘PEVÇÛNA LI FARAQÎNÊ NE BI PLAN BÛ’
Aydar diyar kir ku di vê pêvajoyê de ne aliyê PKK’ê pevçûnan daye destpêkirin û destnîşîna kir di meha nîsana 2011 de li hemberî PKK’ê operasyon hatin destpêkirin, li Hatayê 7 PKK’yî, heta hilbijartina 12’ê Hezîrana 2011 56 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest da, PKK’ê heta hilbijartinê jî tu çalakî li dar nexist.
Aydar bersiv da îdîayên rayedarên Tirk ên ku dibêjin di encama pevçûna 14’ê tîrmeha 2011 pêk hat û têde 14 leşker hatin kuştin de PKK’ê maseyê Osloyê ji holê rakir û got:
"Di bûyera Farqînê de tu plansaziyek tune ye. Li wir di dema operasyonê de du hêz hatine dijberê hev. Li wir dibe leşker jî û dibe yên din jî bihata kuştin, lê rojên wiha kî beriya kî dest pê bike, ew encam digire."
‘HEVDÎTINA DAWÎ YA BI DEWLETÊ RE LIS ER PROTOKOLÊN OCALAN PÊK HAT’
Aydar da zanîn ku li gel vana hemûyan, ji dawiya sala 2010 û destpêka sala 2011 Tirkiye li dijî PKK’ê bi Îran, Iraq û Sûriyeyê re peyman pêk anî û vê yekê jî bandoreke nerênî li pêvajoyê kir.
Li gorî Aydar, Îran di vê demê de ket Qendîlê, lê bin ket û Sûriye jî di nava pirsgirêkên xwe yên navxweyî de ma û ev peyman negihişt serkeftinê.
Aydar da zanîn ku hevdîtina herî dawî li ser protokolên gulana 2011 yên ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatin amadekirin, pêk hat û li ser vê yekê gotûbêj hatin kirin, divibû dewleta Tirk di meha hezîranê de bersivê bidaba vê yekê, lê bersiv neda.
‘ME BERSIVA XWE JI AXAFTINÊN ERDOGAN ÊN DI TV DE GIRT”
Li gorî Zubeyîr Aydar PKK ji axaftinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên di kanalên a televîzyonê de kir hîn bû ku hevdîtin qut bûne û wiha domand:
"Di 9’ê hezîranê de Swerokezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê beşdarî bernameyek ku ji aliyê 60 kalanên televîzyonan ve hate weşandin bû. Ji bo hilbijaritnê sê roj mabûn. Di vê bernameyê de got ‘Abdullah Ocalan bûye serê vî welatî. Ger dema hat girtin bihata îdamkirin, ewqas tişt çênedibûn. Heta ku em li vir bin, em nahêlin ew ji wir derbikeve’. Di wê demê de şîroveya ‘beriya hilbijartinê ye Erdogan dixwaze dengên MHP’ê bigire. Lê me wê rojê bersiva xwe girt. Xetimîna hevdîtinan ji wir dest pê kir."
JI BO CHP’Ê REXNE
Aydar CHP di warê weşandina belgeyên hevdîtinê de rexne kir û diyar kir ku divê mirinan nekin amûrê berjewendiyên siyasî yên rojane.
Aydar pêşniyara, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ya ‘Ger çekan deyne, bila hevdîtinan bikin’ jî wek nezaniyê nirxand û wiha got: “Di van hevdîtinên wisa de tu kes nekare bi ‘bila vê bîne, bila wê bîne’ bê. Her kes çi serbeste ku çi bîne ser vê maseyê. Lê li ser maseyê dê bê gotin. “
Aydar diyar kir ku ew riayetê veşartina hevdîtinên dema pêş dikin û da zanîn ku ger ev derkevin holê, berspirsyar kesên alîgirên şer, Cemeata Fetullah Gulen e.
Aydar wiha pê de çû: “Kesên van hevdîtina aşkere dikin, ne alîgirê çaseriya bi dîalogê ne. Ya din jî li gorî nêrîna min pevçûnên di nav Cemrat û AKP’ê de bûn sedem. Ligel me di warê de tevgerê de di vî alî de ye. Cemeatê gelek sazî girtin dest, lê MÎT negirt dest. Ji bo ku MÎT’ê jî wekê xwe dizayn bike divê hinek sûcdar nîşan bide û xwe bi hevkariya Dozgerê Rayeya Taybet wan bigire hundir. Ger di wê demê de ji aliyê hikûmetê de mudaxale nehata kirin, kesên gazî îfadeyê kirin niha di hundir de bûn.
JI BO JI NÛ VE BÊ DESTPÊKIRIN EM AMADE NE
Aydar ji bo pirsa; hûn ji bo hevdîtinên Osloyê dîsa amade ne?” jî wiha got; “Belê. Girseya me ji bo aştiyê ji duh de amade ye. Me ji berê de girseya xwe li gorî vê amade kiriye. Em di wê baweriyê de ne ku ev teqez bi diyalogê tê çareserkirin. Di pêvajoya wê muzakereyê de dem bi dem pevçûn çêbûn, xitimandin pêk hatin. Lê di sala dawî de wendahî di her dualiyan de jî çêbû. Ev wendahiyên vî welatî ne. Ger ev pêvajo bidomiya ciwan nedimirin.”
Aydar anî ziman ku ger daxwaz ji wan bê kirin dê bê şert û merc li ser maseyê runin. Aydar wiha got: “Ev 424 roje ji Serok Apo agahî nayê girtin. Ger ew tune be, em biryarê bibin jî dê tengasî bên kişandin. Serok Apo gotibû: Ji bo ez di vî karî de rol bigirim divê şert û mercên min yên tenduristî, ewlehî û serbest bêm berdan.’ Em li wir in.”