AVEG-KON: Em li dijî Komkujiya Parîsê rabin ser piyan

AVEG-KON, anî ziman ku Fransa navenda qatilên MÎT'ê û kontragerîlayên biyanî ye bang li her kesî kir ku li dijî komkujiya Parîsê û pêla nû ya êrîşên rejîma Qesrê rabin ser piyan.

Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê AVEG-KON, êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya û 2 kargehên Kurdan ên li Parîsê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Fransa jî berpirsyarê vê qetlîama ku di nîvê rojê de hatiye kirine.

Di daxuyaniya AVEG-KON’ê de ev tişt hate gotin:

“Li paytexta Fransa Parîsê di encama êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya û 2 kargehên Kurdan de 3 hevrêyên me nemir bûn û 3 welatparêz jî birîndar bûn.

Di salvegera êrîşa 9 'ê Çileyê de ku hevrê Sakîne, Fîdan û Leyla hatin qetilkirin, ev êrîş di çarçoveya konsepta nû ya êrîşkariyê ya Qesrê de hate kirin.

Êrîşkar kî ye û ji ku derê ye, ne girîng e. Hedef jinên Kurd, şoreşa wan e. Kiryar rejîma Qesrê ye, dîktatoriya mêtİnger a bi pêşengiya Tayyîp Erdogan e ku şer mezin kir û qirkirin organîze kir.

Fransa navenda sûîqestên MÎT'ê û dijberiya derveyî welat e. Yê ku komkujiya 9 'ê Çileyê ronî nekir û kir ku agahiyên li ser komkujiyê di tarîtiyê de bimînin, Fransa bi xwe ye. Berpirsyarê vê komkujiya di nava rojê de hat kirin jî Fransa ye.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Darmanin bêyî ku bûyerê lêkolîn bike got, ‘Êrîş nîjadperestî ye lê êrîş ne siyasî ye’. Serokkomar Macron bi gotina "Civaka Kurd li Parîsê hat hedefgirtin" wezîrê xwe û daxuyaniya fermî pûç kir. Polîsên Fransayê yên ku pêşî li êrîşê negirtin û tedbîr negirtin, piştî komkujiyê êrîşî gelê ku xwestin birîndarên xwe û saziyên wan biparêzin li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya kirin.

Rejîma Qesrê di pêkanîna konsepta êrîş û şer de israr dike ku li Tirkiye, çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê pêk bîne. Tevî ku 7 sal in Plana Tepisandinê pêk tîne jî, rejîma Qesrê ku bi xwe hatiye qonaxa hilweşînê, şerê navxweyî organîze dike. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê terora dewleta faşîst û êrîşên kontrgerîla zêde dike, hem komkujî û hem jî destgîrkirin û girtinan pêk tîne. Êrîşên xwe yên hewayî yên li ser Rojava zêde dike û ji bo operasyonên bejayî li benda destûrê ye. Şerê xwe yê dagirkeriyê bi hemû hêza xwe, çekên nukleerî yên taktîkî û kîmyewî, li Başûrê Kurdistanê dimeşîne.

DEWLETÊN EWROPAYÊ HEVKARÊC CÛNTAYA QESRÊ NE

Li Ewropayê bi hevkariya dewletên burjuva yên hevalbendê xwe yên Ewropayê kurdan krîmînalîze dike û Kurdan wek malzemeyên şantajê bi kar tîne, wek pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATO’yê. Lê ev têr nake! Şer û êrîşa qirkirinê digihîne Ewropayê. Dewletên bûrjûwaziya Ewropayê di vî şerî de hevkarên nêzîk ên cûntaya Qesrê ne.

Em ancax bi hêza xwe, bi mezinkirina têkoşîna yekbûyî dikarin van êrîşan pûç bikin. Kesên ku îşev kolanên Parîsê veguherandin qada serhildanê, rêya meşê nîşan dan. Bila serê gelê me yê Kurd ê welatparêz, jinên cîhanê û malbatên kesên nemir bûne û serê me hemûyan sax be.

EM HÊRSA XWE LI KOLANAN BIKIN YEK

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî komkujiya Parîsê û pêla nû ya êrîş û dorpêçkirina rejîma Qesrê rabin ser piyan, li nemiran û birîndarên xwe xwedî derkevin û hesab ji wan bipirsin. Werin em hêrsa xwe li kolanan bikin yek! Wê hesabê komkujiya Parîsê bê pirsîn!”