Aşçi: Dê ji mirinan Wezîrê Dadê berpirs be

Aşçi: Dê ji mirinan Wezîrê Dadê berpirs be

Têkoşerê berxwedana gireva birçîbûnê ya di sala 2006'an de bi boneya Girtiyên Tîpên F bên rakirin 293 rojan çalakiya rojiya mirinê pêk anî, Prz. Behîç Aşçi çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku di 12'e Îlonê ne destpê kirine û her ku diçe fireh dibe, nirxand. Aşçi anî ziman ku, dibe di van çalakiyan de mirin jî çê bibe û wiha got: "Ger ku li girtîgehan mirinek çê bibe berpirsyarê vê yekê dê Wezîrê Dadê be. Ji ber ku li girtîgehan pirsgirêk heye û ji bo balê bikşînin ser pirsgirêkê dest bi çalakiyê dikin.

Çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku ji bo tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û daxwazên Ocalan bên cih di 12'e Îlonê ne destpê kirine, ket roja 23'an. Li aliyekî tevlîbûna çalakiyê zêde dibe. Li aliyê din li derve jî piştgirî zêde dibe.

Têkoşerê berxwedana gireva birçîbûnê ya di sala 2006'an de bi boneya Girtiyên Tîpên F bên rakirin 293 rojan çalakiya rojiya mirinê pêk anî, Prz. Behîç Aşçi çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê nirxand. Aşçi diyar kir ku, mirinek çê bibe berpirsiyar Wezîrê Dadê ye. Aşçı, da zanîn ku hemû mafê berxwedanê yê li hemberî zilm û zordariyê heye, lê hikûmet vî nafê wan ji destê wan digire û bi dîsîplînê ceza dike.

'GIREVA BIRÇÎBÛNÊ Û ROJIYA MIRINÊ NE QEDEXE YE'

Aşçi da zanîn ku, mafê berxwedanê ji salên 1800'an di qada navneteweyî de wekî mafekî rewa hatiye qebûlkirin û parastin û wiha got: "Mafê girtiyan yê berxwedanê ku rewa û navneteweyî ye ji destê wan tê girtin. Di zagonên Tirkiyeyê de jî cih dide mafê gireva birçîbûnê û çalakiyên bi vî rengî. Lê bi hincetên cûda mafê girtiyan yê berxwedanê ji destê wn digirin.

Aşçi da zanîn ku, girtiyên mafê xwe bikar tînin di yek hucreyê te tên girtin, rojname ji ser wan tê qutkirin û mafê wan yê şekir, xwê û avê ji destê wan tê girtin û rasti cezayê dîsîplînê tên û wiha got: "Girtiyên li Sîlîvriyê ketin girevê rastî êrîşê hatin. Ev êrîşa li hemberî mafê wan yê berxewdanê ye. Serdest dibêje li ber xwe nedin. Dibêje bila tu daxwazên we tune bin. Dibêje tu mafê we tune ye. Divê ji bo tu daxwazan dengê xwe mekin."

‘WEZARETA DADÊ ZAGON Û MAFÊN HEYÎ LI BER ÇAVAN NAGIRE’

Aşçi da zanîn ku, Wezîrê Dardê û rayedarên girtîgehê li hemberî têkoşîna girtiyan mafê wan binpê dike û wiha berdewam kir: "Me di rojiya mirinê ya salên 2000-2007'an de dît. Me bi têkoşîna rojiya mirinê ev astengî ji pêş xwe ranekirin. Me serlêdana sûc kir. Lê ji ber ku ev polîtîkaya dewletê ye serlêdana me li ber çavan nehat girtin. Dîsa zext û zordariyan berdewam kir. Niha mirov nikare bêje dê mudaxaleyî çalakiya KCK'iyan ya girevê nekin. Ji ber ku polîtîkayên dewletê li ber çavanin.

Wezareta dadê zagonên heyî û mafan li ber çavan nagire. Ger ku maf û daxwazên girtiyan li ber çavan bihata girtin, wê demê êdî pêdivî bi çalakiya gireva birçîbûnê nedihat kirin.

'DÊ WEZÎRÊ DADÊ BERPIRSYARÊ MIRINA BE'

Aşçi da zanîn ku, mirov ji niha de nikare bêje dê mirin çêbibe ya nebe û wiha berdewam kir: "Ger ku li girtîgehan mirin çêbibe dê Wezîrê Dadê berpirsyar be. Ji ber ku dê mirin çêbibin yan çênabin ji niha ve diyar nîne. Lê ger ku Wezîrê Dadê daxwazên girtiyan pêk bîne, we demê dê mirin çênebe. Li girtîgehan pirsgirêk heye û divê Wezîrê Dadê ve pirsgirêkê çareser bike."

'LI SER OCALAN 13 SALIN TECRIDA TAYBET TÊ MEŞANDIN'

Aşçi destnîşan kir ku, 13 salin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda taybet girankirî tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Girtiyên Tîpa F girtiyên tecrîdê ne. Ji bilê wê Ocalan hem li Tîpa F dimîne û hem jî 13 salin bi tena serê xwe tê hiştin. Di giravek pir mezin de tenê girtiyek heye. Ev tecrida taybete. Bi hincetên ku baweriya mirovan pê nayê hevdîtinê asteng dikin. Ev jî perçeyeyk tecrîdê ye. Divê bi lezgîn tecrida li ser Ocalan rabe. Têkoşîna gel dê li hemberî zilm û zordariyê her dem bidome. Têkoşina gel dikare tecrîda li ser Ocalan rake. Dibe ku bedelê vê daxwazê giran bin. Lê dê bi serkeftî bi encam bibe. Ji ber ku tecrîda li ser Ocalan li tu deran tuneye divê ev tecrid bi dawî bibe."