Atalay: Serbest berdana Ocalan di rojevê de nîne

Atalay: Serbest berdana Ocalan di rojevê de nîne

Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay ji bo daxwaza serbest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigotina, “Serbest berdana Ocalan di rojeva me de nîne” da.

Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay, tevlî weşana zindî ya NTV’yê bû û bersiva pirsên Nûnera Enqreyê Nîlgûn Balkaç da. Atalay ku daxuyaniyên Midûrê Polîsan yê Amedê nirxandin û got; “Em di mijara bîrokratên ku dişînin herêmê hesas nêz dibin. Em dixwazin baweriya hemwelatiyên me qezenc bikin. Pêwîste bîrokrat bêhtirî xwe bi pêkanînê ve mijol bibin. Pêwîste bîrokrat bi uslûbê siyasetmedaran ne axivin. Siyasetmedar dê karê xwe bike, bîrokrat jî karê xwe.”

Atalay gotinên weke, pêvajoya Osloyê ji aliyê hikumetê ve hatin xirab kirin red kir û anî ziman ku, “Ew pêvajo çima qut bû? Ji her kesî zêdetir ez dixwazim hemwelatiyên min yên Kurd bizanin. AKP ji bo vê pirsgirêkê di fikrek din de ye, hewil dide kêmasiyên berê sererast bike. Êrîşî leşkerên me yên li Sîlvanê bêhna xwe didin dikin. Di heman rojê de Kongreya Civaka Demokratîk, belavoka xwesertiyê diweşîne. Di heman rojê de daxuyaniya BDP’ê ya bêserûber. Piştre girtekên hevdîtinê tên weşandin. Kesek vê pêvajoyê sabote dike. Bi vî awayî xwestin çareseriyê asteng bikin. Dibêjî qey BDP naxwaze ev pirsgirêk bê çareser kirin û îdîakir ku, ‘Ger pirsgirêk çareser bibe ezê winda bibin’ di nava vê ferasetê de ye.”

‘BENDEWARIYÊN ME JI HIKUMETA FEDERAL HENE’

Atalay destnîşan kir ku, ew ji bo çareseriyê li hember hemû rîskan amade ne û got: “ Hemû enstruman ji bo me girîngin, dibe ku em hemûyan bikar bînin. Ger pêwîst bike û sûdê bide em dê hemû enstrumana bikar bînin. Ez nikarim ji bo hevdîtinê tiştek zelal bêjim, lê belê em li ser dişixulîn. Em demboriyê baş dinirxînin û bitedbîrtir temaşeyî dahatoyê dikîn. Serbest berdana Ocalan di rojeva me de nîne. Bendewariyên me ji Rêveberiya Herêmî ya Bakûrê Iraqê hene. Tu welat nikare rêxistinek terorê biparêze, pêwîste ji nava axa xwe derxîne.”

Atalay îdîakir ku, ew di mijara mafên çandî de jî dixebitin. Her wiha di berdewama axaftina xwe de behsa tiştên li Sûriyeyê jiyan dibin jî kir û wiha got: “Mijara herêma tampo xebatekî ku li gel civata navnetewî bê kirine. Girêdayî Wezareta Navxweyî xebatê rêveberiya sînorek entegre tê birêve birin. Piştî derketina tezkereyê min dengekî ji Îranê bilind bû nebihîst. Tezkere li gorî makezagonê ye. Muxalefet hewil dide helwesta xwe ya şaş bêxe meriyetê. Ji xwe ez BDP’ê hesap nakim, lê belê helwesta muxalefeta sereke ku derbarê tezkereyê nîşanda di jiyana siyasî ya tu welatan de nehatiye dîtin. Ger ev berdewam bikin dê çi bikin? Ger tezkere nebe ma dê bersivê nedin? Parity muxalefeta sereke li vir ket valehiyek mezin, di van demên dawî de ketiye rageşiya dagirtina valehiyê.”