Piştî ku ji aliyê Suriyeyê ve guleya topê li navçeya Akçekale ya rihayê ket û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn, yekîneyên topavêj ên artêşa tirk jî, gundê Eyn Arus ê girêdayî bajarê Tilebyatê bombebaran kir.
Piştî bûyera ku di saetên piştî nîvro pêk hat de, li paytexta Tirkiyeyê liv û tevger destpê kir. Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoðlu û Serfermandar Necdet Ozel li avahiya Serokwezaretiyê civin pêk anî. Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç jî diyar kir ku ev buyer tehemula dawî jî nehiştiye û got divê di hiqûqa navneteweyî de bersiva vê yekê hebe.
Meclîsa Tirkiyeyê jî ku di dema bûyerê mijarek din dihat nîqaşkirin jî, mijar guherî û liser bûyerê axaftin hatin kirin.
Li aliyê din Serokwezaretiya Tirkiyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku yekineyên artêşa wan ên topavêj, di heman demê de bersiv daye û topbaran kirine.
Di heman saetan de hate ragihandin ku li gundê Eyn Arusê girêdayî bajarê Tilebyat ê Suriyeyê ji aliyê topavêjin artêşa tirk ve hatiye bombebarankirin. Derbarê encama bombebaranê de tu agahî nehatin bidestxistin. Gundê Eyn Erus demek beriya niha di encama pevçûnên dijwar ên di navbera hêzên rejîmê û Artêşa Azad de ketibû destê Artêşa Azad.