Artêşa Tirk di bobmebaran şevê din li gundên Qendîlê xist û di encamê de kesek sivîl birîndar bû. Lê Serfermandariya Artêşa Tirk ragihand ku wana li 9 hedefên gerîlayan xistiye.
Serfermandariya Tirk di daxuyaniya da de ragihand ku wana di 22-24’ê hezîranê de piraniya wan li Qendîlê, li 9 hedefên gerîlayan xistine. Her wiha hat gotin ku balefirên çûbûn bombebaranê, bi serkeftî vegeriyane.
ARTÊŞA TIKR GUND BOMBEBARAN KIR: 1 GUNDÎ BIRÎNDAR
Her çendî artêşa Tirk bêje herêmên gerîlayan hatine bombebarankirin, lê li gorî agahiyên hatine bidestxisti, balefirên şer ên artêşa Tirk şêvê din demjimêr di 00.00 de li gundê Xodyan ê Qendîlê xistin û di encamê de kesek bi sivîkahî birîndar bûn, bax û rezên gundiyan ziyanek mezin dît.
Li gorî agahiyan, kesê bi navê Mihemed Îbrahîm birîndar bû û baxçeyê gundiyan ziyanek mezin dît, agir bi daran ketin û bi dehan dar bi ra ve ji nava axê derketin. Gundî neçar man ji gundê xwe derbikevin.
Gundiyan nerazîbûnek tund nîşanî bombebaranê dan û dan diyarkirin ku artêşa Tirk her tim sivîlan bombebaran dike. Gundiyan bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kirin ku li hemberî topbaranan bêdeng nemîne.
ARTÊŞA TIRK SIVÎLAN DIKE HEDEF
Artêşa Tirk di her carekê de herêmên sivîl dike hedef. Di êrîşa hewayî ya artêşa Tirkan a 21’ê Tebaxê de jî li gundê Korteka bi ser herêma Qendîlê ya li Başurê Kurdistanê 4 jê zarok, yek jê dayîka ducanî 7 sivîlê Kurd bi awayekî hovane hatin kuştin.
Herî dawî, di meha çileyê de di encama teqîna bombeyek mîsket de kesek jiyana xwe ji dest dabû., Sê kesên bi ser malbata Geliyê Pisaxa ya êla Sindî dema vedigeriya nava erdên xwe yên Dola Marsîsê, dîtin ku erdên wan ji aliyê balefirên şer ve tê bombekirin.
Ji şêniyên gund, şêniyê bi navê Hecî Hisên Ehmed ê 80 salî di encama teqîna bombeya xarî de jiyana xwe ji dest da. Weke tê zanîn artêşa rejîma Tirk bi taybetî ji 17’ê Tebaxa borî û vir ve hema bigire her roj bi ser sedan gundên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bombeyan dibarînin.