Artêşa Emerîkayê ragihand ku 2020'an 23 sivîl kuştine

Artêşa Emerîkayê qebûl kir ku sala 2020'an di serî de li operasyonên li Efganîstanê, li tevahiya cîhanê ji mirina 23 sivîlan berpirs e. Li gorî rêxistinên civaka sivîl bîlanço girantir e.

Di raporê de ku Pentagonê 2'yê Hezîranê par ve kiriye, tê qebûlkirin ku di operasyonên leşkerî yên Emerîkayê de sala 2020'an 23 sivîl mirine, 10 jê birîndar bûne.

Ji sala 2018'an û wir ve Kongre van raporên wiha ji artêşa Emerîkayê dixwaze.  Beşek ji raporê bi hinceta raza ewlehiyê tê xefkirin.

Li gorî raporê 20 ji 100'î yê sivîlan li Efganîstanê mirine. He rwiha Sibatê li Somalî 1, Adarê jî li Iraqê sivîlek miriye. Di beşê raporê de ya ku ji raya giştî re vekiriye têkilî kesê 23'yan ti agahî nîne. Nayê gotin bê ka kengî û çima miriye.

Pentagonê di vê raporê de bîlançoaya salên di navbeyna 2017-2019'an de jî kontrol kir, piranî jê li Sûriyê û Yemenê berpirsyariya mirina 65 sivîlan û birîndarbûna 22'yan jê da ser xwe.

Di eynî raorê de tê gotinji bo mirina sivîlan 2020'an ji bo tazmînatê 3 milyon dolar bûdce hatiye veqetandin lê ev tazmînat hê nedane.

Rêxistinên civaka sivîl jî gelek caran bîlançoya têkilî êrîşên li qada şer a DYE'yê par ve dike.

Rêxistina bi nave Aîrwarse ku hijmara sivîlên ku di êrîşên hewayî yên Emerîkayê de kuştine aşkere dike, ragihand ku sala 2020'an bi kêmanî 102 sivîl di operasyonên Emerîkayê de hatine kuştin.

Li gorî UNAMA, misyona NY'yê ya li Efganîstanê dema operasyona hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYE'yê 89 sivîl mirin, 31 kes birîndar bûne. DYE'yê qebûl kir ku li Somalî sivîlek kiriye, li gorî rêxistinên civaka sivîl a Aîrwarê li vî welatî 7 sivîl, li Sûriyê û Iraqê 6 sivîl mirine.