Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç, beriya ku Saziya Tipa Edlî rapora derbarê kuştina 13 girtiyên ku li Girtîgeha Rihayê aşkere bike, rê li pêş Tipa Edlî birî û diyar kir ku, girtî bi dixanê fetisîne û jiyana xwe ji dest dane. Lê Baroya Rihayê jî diyar kiribû ku, girtî tev şewitîne û bûne arî.
Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç, beriya ku Saziya Tipa Edlî rapora derbarê kuştina 13 girtiyên ku li Girtîgeha Rihayê aşkere bike, daxuyanî da û Saziya Tipa Edlî bê peywir kişt. Wezîr Arinç, bêyî ku li benda lêkolîna Saziya Tipa Edlî raweste û encama zanistî aşkere bike diyar kir ku, girtî bi dixanê fetisîne û jiyana xwe ji dest dane. Arinç, li Hatayê di ziyareta Waliyê Hatayê Mehmet Celaleddîn Lekesiz de daxuyanî da û anî ziman ku girtiyên jiyana xwe ji dest dane bi hev re niqaş kirine û îsyan derxistine. Arinç, da zanîn ku piştî ranza şewitandine ji ber dixanê fetisîne û mirine.