Aqûbeta Nûrettîn Yedîgol hat pirsîn

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, aqûbeta Nûrettîn Yedîgol ê li Stenbolê bi êşkenceyê hat windakirin pirsîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ku ji du hefteyan carek çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li ber Sumerbanka berê ya li Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên, “Winda wîjdan e, xwedî lê derkeve” û “Kujer diyar in winda li ku ne?” hat vekirin.

Di çalakiya vê hefteyê de rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî da û got ew vê hefteyê li aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê di 10’ê nîsana 1981’ê de li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat windakirin dipirsin. Çîçek bal kişand ser serpêhatiya windakirina Nurettîn Yedîgol û anî ziman ku Yedîgol ji aliyê polîsan ve bi êşkenceyê hatiye windakirin û carek din agah3i jê nehat girtin. Çîçek got doza ku ji bo aqûbeta Yedîgol hatiye vekirin li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li benda biryarê ye.