ANYAKAY-DER: Ev hovîtî di hiqûqa dijminahiyê de jî tine!
ANYAKAY-DER destnîşan kir ku şandina cenazeyê şehîd Egîd Îpek ê bi rêya karkoyê ji bo malbatê di diqûqa dijminahiyê de jî tişekî wiha tine.
ANYAKAY-DER destnîşan kir ku şandina cenazeyê şehîd Egîd Îpek ê bi rêya karkoyê ji bo malbatê di diqûqa dijminahiyê de jî tişekî wiha tine.
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Girtiyan re ya Anatoliyê (ANYAKAH-DER) têkildarî şandina cenazeyê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek ê li Dersimê di şerekê de şehîd bûbû û bi rêya kargoyê ji bo malbatê daxuyaniyek da. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajar, Enstîtûya Kurd û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li avahiya Komeleyê ya li Fatîhê civiyan.
Hevseroka ANYAKAY-DER Sûltan Karasû bal kişand ser bi hefteyekê cenazeyê dayika Teybet Înan a li kolanê, dîsa Hacî Bîrlik û Hatûn Tûglûk û şandina cenazeyê Egîd Îpek a bi rêya kargoyê dide nîşandan ku hê hişmendiya êşkenceyê didome. Karasû got: “Ev êrîşeke ewqasî hov e ku cih di hiqûqa dijminahiyê de jî nagire.”Karasû diyar kir ku divê di derbarê berpirsan de lêpirsîn bê destpêkirin.
Karasû diyar kir ku şandina cenaze ya bi rêya kargoyê di hiqûqa şer de jî cih nagire. Karasû bal kişand nêzîkbûnekî wiha ya li cenaze ne ti di dîn, baweriyan de heye.