Anarşîstên di girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin

Anarşîstên di girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin

Li girtîgehên Tirk ên ku her tim di rojevê de ne, anarşîstan dest bi greva birçîbûnê kirin. Anarşîstên ku di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê de hatibûn girtin, ev sê hefte ne di greva birçîbûnê de ne.

Anarşîstên bi îdîaya “ Li hemberî Zagona Meş û Civînan rabûne” û “ Ziyan dane malê gelemperiyê” di 1’ê Gulanê de hatibûn girtin, di çarçoveya OYM’yê de tên darizandin. Ji bo protestokirina vê bêhiqûqiyê dest bi greva birçûbûnê kirin.

Parêzerên anarşîstan diyar kirin ku bi awayeke neheq û bêhiqûq lêpirsîn tên meşandin. Piştî ku daxwazên girtiyên anarşît nehatin qebûlkirin, dest bi greva birçîbûnê kirin û ev sê hefte ne di greva birçîbûnê de ne.