Cîgirê Amîrê Polîsan yê navçeya Hocalar ya Afyonê Komîser E.Î. û 2 kesên li gel bi îdîaya ku, tecawizî hemşîreya bi navê E.Ç.’ya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Hocalarê erkdar bû kirine hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, duh E.Ç. çûye Amîrtiya Polîsan ya navçeya Hocalarê, îdîakir ku, Cîgirê Amîrê Polîsan yê Navçeyê Komîser E.Î. û hevalên wî S.Ç. û N.Ş. li cihek ya dervey bajar tecawizê wê kirine û gilî kir.
E.Ç. got; bigûman bialkolbûn û li wê jî dane. Li ser giliya E.Ç. komîser E.Î., S.Ç. û N.Ş. hatin binçavkirin.
Lêpirsîna gûmanbaran li Amîrtiya Polîsan ya Hocalarê didome.