Amedî sibê derdikevin kolanan

Amedî sibê derdikevin kolanan

Di roja ku hikûmeta AKP'ê pakêta xwe ya "demokratîkbûyînê" aşkera bike de, Amedî wê bi daxwaza 'Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Statu' dakevin kolanan. Însiyatîfa Gel a Amedê bang li gelê bajêr kir ku sibê li ber avahiya BDP'ê ya Bajêr kom bibe.

Însiyatîfa Gel a Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser komkujî û talana bi destê dewleta Tirk li Kurdistanê tê meşandin û li dijî hêzên mêtînger bal kişand ser biryardariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê. 

Însiyatîfê pêvajoya çareseriya demokratîk a bi Newroza 2013'an re li Amedê destpê kir bibîr xist û got, "Partiya me PKK di vê pêvajoyê de berpirsyariyên xwe bi fedekariyeke mezin bicih aniye. Rêber Apo û partiya me PKK bi bikaranîna hemû derfetên xwe re pêvajo bi awayekî yekalî anîn vê nuqteyê. Lê belê divê êdî her kes zanibe ku pêvajo bi yekalî nameşe."

Însiyatîfa Gel a Amedê di daxuyaniya xwe de silav li 11. Kongreya PKK'ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat lidarxistin kir û destnîşan kir ku ewê biryarên kongreyê bicih bînin. 

LI DIJÎ CEMAET Û TERÎQETÊ BANGA HIŞYARIYÊ

Însiyatîfê da xuyakirin komkujiyên çeteyan ên bi destê AKP'ê li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê Kurd tên kirin nîşan didin ku AKP li hemberî Kurdan xwedî nêzîkatiyeke çawaye û got, "AKP û dewleta T.C van komên çete bi hesasiyeteke mezin bicih dike û bikar tîne. Em bang li tevahiya gelên Kurdistanê dikin ku li hemberî AKP û dewleta T.C hişyar bin. Her wiha bi hestên welatparêziyê em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî komele, cemaet û terîqetên alîkariyê didin komên çete, hişyar be."

HIŞYARÎ Û BANGA CIDÎBÛNÊ LI HIKÛMETA AKP'Ê

Însiyatîfa Gel diyar kir ku zêdebûna zextên li girtîgehan û nêzîkatiyên derveyî însanî yên li hemberî girtiyên nexweş, rêbazeke din a zordariyê îfade dikin û got, "Herî dawî em hikûmeta AKP'ê ya bê cidiyet û bê berpirsyarî nêzî pêvajoyê dibe hişyar dikin, dawetî cidiyetê dikin." 

Însiyatîfê, ji bo deshilatdariya AKP dest ji pêkanînên xwe yên înkarê berde, ji bo pêkhatina azadiya Ocalan û bicihhatina daxwazên rewa yên gelê Kurd bang li gelê Amedê kir ku sibê saet di 16:00 de li ber avahiya BDP'ê ya Bajêr amade be û beşdarî çalakiya bi navê "Ji Rêber Apo re Azadî ji Kurdistanê re Statu" bibe.