Altan Tan: Enqere nikare pêşî li Kurdan bigire

Altan Tan: Enqere nikare pêşî li Kurdan bigire

Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan di çarçoveya serdanên xwe yên li Amerîkayê de, li eyaletên New York û New Jerseyê hin hevdîtin pêk anî. Tan ragihand ku divê pêvajoyê de Enqere êdî dikare pêşî li destkeftiyên Kurdan bigire.

Tan tevî Nunerê BDP’ê yê Washingtonê Sînan Onal, ji San Fransisco hatin New Yorkê û beşdarî çalakiya bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê bû ya li New Jesreyê bû.

Di çalakiya li North Hudson Islamic Educatin Center hate lidarxistin de gelek Kurd ji eyaletên New York, New Jersey, Boston û Washington beşdar bûn.

Altan Tan ku di heman demê de endamê komîsyona Meclîsa Tirkiye ya ji bo amadekirina makeqanûna nû ye, da zanîn ku divê di makeqanûna nû de mafên Kurdan ên weke perwerdehiya zimanê zikmakî û mafên din ên Kurdan bikevin bin ewlehiyê. Tan destnîşan kir ku AKP, MHP û CHP bi awayeke otomatîk hemû daxwazên ji bo azadiya red dike. Tan bal kişand ser mafên bawerî û olan jî û weke îbadexane qebûlnekirina Cemxaneyên Elewiyan rexne kir.

Altan Tan bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî û destnîşan kir ku Kurd di bin banekê de gihiştine hev û vê yekê jî weke pêngaveke girîngbi nav kir. Tan diyar kir ku armanca sereke ya AKP’ê ji pirsgirêkên li Sûriyeyê yekitiya Kurdan e û got ku êdî Enqere nikare pêşî li destkeftiyên Kurdan bigire, ji ber jî divê êdî realîteya Kurdan qebûl bike.

Parlementer Tan roja duşemê beşdarî civîna ji aliyê Komeleya Kurdan a Amerîkayê ve hate lidarxistin bû der barê rexne, nêrîn û daxwazên endamên komeleyê de agahî girt. Tan ji bo nunertiya BDP’ê ya Washingtonê piştgirî xwest û got; “Hebûna me ya li vir tenê dikare bi hebûna we ya li vir pêk bê. Piştgiriya hûn bidin BDP’ê hûn didin xwe.”

Parlementerê BDP’ê yê Amedê di gera xwe ya li DYA’yê de çû serdana eyaletên California û San Fransiscoyê. Tan weke mêvanê Navenda Çanda Kurdan hat bajêr û ji aliyê Nunerê BDP’ê yê Washingtonê û Kurdên li bajêr ve hate pêşwazîkirin.

Tan piştî serdana Navenda Çandê ya Kurdan, li bajaroka Burlingame ji gel re axivî û pêşveçûnên adwî yên li Rojhilata Navîn nirxand.

Altan Tan serdana xwe ya Amerîkaya Bakûr bi Kanedayê dest pê kiribû.