Milyonek kurdên li Almanyayê li benda runiştina ‘bila nasnameya kurd bê nasîn’ ya Meclisa Federal a 15’ê cotmehê ye. Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç ku ji kampanyayê re pêşengiyê dike diyar kir ku ji bo 15’ê cotmehê hemû amadekarî hatine kirine. Koç wiha bang li Almanyayê kir: “ Teslîmê lobiya Tirkan nebin. Ne lobiya Tirkan, makeqanûna xwe û nirxên xwe esas bigirin. Hun dikarin înkarkirina kurdan a dewletên serdest ji holê rabikin.”
50 sal berê kurd wekî ‘karkerên mêvan’ û piştre jî wekî penaberê siyasî çûn Almanyayê û ji bo kurdan 15’ê ctomehê dibe ku bibe destpêkek nû. Kurd wê rojê dê bi van daxwazên xwe derkevib pêşberî parlamenter û wezîran; “Divê em wekî komeke cuda a penaberan bên nasîn, divê qedexeya PKK’ê rabe, divê bi zimanê me xizmeta şêwirmendî bê dayîn, divê dersên zimanê dayikê ya kurdî li her derê bê dayîn, divê em bi rehetî navên kurdî li zarokên xwe bikin, divê Newroz bibe betlana fermî û ya herî girîng jî divê hikûmeta Berlînê ji bo çareseriya pirgirêka kurd bikeve nava hewldanan.
Mîmarê kampanyayê Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê (YEK-KOM) ku 71 komele endamê wê ne û di sala 1994’an de hatiye avakirin. Di navbera 1-15’ê îlonê de 60 hezar îmze berhev kir û Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç û nunerên Kurdan hemû şertên serlêdana Komîsyona Daxwaznameya Meclisa Federal anî cih. Koç bi hejmara îmzeyên di destê wî de bi gotina endamekî komîsyona daxwaznameyê ‘Qiralê wê rojê bû’. Ji ber ku li Almanyayê şertên komîsyonê ‘bila di du hefteyan de îmze bên berhevkirin’ zehmet e. Gelek rêxistinên civaka sivîl ên Almanyayê ji 10 hezarî zêdetir nekare berhev bike.
Yuksel Koç ku ev 2 sal e Serokê YEK-KOM’ê ye, 19 sal berê wek xwendekar hat Almanyayê. Li Erdexanê hatiye dinê. Li Zanîngeha Bremen beşa endezyariya endustriyê qedand. Ji ber têkoşîna bi salane dimeşîne êdî li Almanyayê tê nasîn. Zewicî ye û 2 zarokên wî hene. Koç der barê kampanyayê de ji ANF’ê re axivî.
Koç destnîşan kir ew malavahiya hemû sazî, lijne û kesên ku pitşgirî dane kampanyayê dikin û wiha got: “Bê guman em di serî de malavahiya xwe çapameniya xwe ya kurd dikin. Di rojên borî de min di civîneke ku m partiyên Alman re pêk anî de got; Di mijarekê de ne mumkune ku mirov Partiya Çepgir û Demokratên Xiristiyan (CDU/CSU) bînin cem hev. Lê me ji du nêrînên cuda siyasetmedarên kurd di vê kampanyayê de anî cem hev. Tiştê ku ne li Almanyayê û ne jî li welatekî din pêk hatibû me kir. Me hemû amadekariyên ji A’yê heta Z’yê hemû pêk aniye.”
EM BI QANÛNA ALMAN BAWER IN
Koç bi lêv kir ku di 15’ê cotmehê de biryarek nayê girtin, piştî axaftina em bikin endamên komîsyonê û parlamenter dê pirsan bipirsin. Koç wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre jî der barê daxwazên me yên kampanyayê dê runiştina veşarî bê kirin û dê bi dengdana veşarî biryar bê girtin. Ji bo biryareke erînî derkeve çi ji destê me bê em ê bikin. Qanûna Alman û biryarên di 1991’ê de ji bo kurdan hatibûn girtin em li ber çavan digirin û em bawer in dê biryar erînî be. Jixwe ev daxwazên me Meclisa Federal eleqeder dike; Divê em wekî komeke cuda a penaberan bên nasîn, divê qedexeya PKK’ê rabe, divê bi zimanê me xizmeta şêwirmendî bê dayîn, divê dersên zimanê dayikê ya kurdî li her derê bê dayîn, divê em bi rehetî navên kurdî li zarokên xwe bikin, divê Newroz bibe betlana fermî û ya herî girîng jî divê hikûmeta Berlînê ji bo çareseriya pirgirêka kurd bikeva nava hewldanan. 8 daxwazên din jî meclisê eyaletê eleqeder dike. Gelek eyalet bi erînî li daxwazên me dinêrin û hewldanên hinekan hene. Piştre xebatên me dê bi vê kampanyayê bi sînor nemîne û dê bidome.”
Koç da zanîn ku heta niha bi hemû partiyan re hevdîtin kirine û niha 60 hezar îmzeyî tên rojevê û got redkirin wan daxwazan ne ras te. Koç got; “Em bi giştî ne li benda redê ne. Texmîna me ev dê biryar erînî be. Ne ne erînî be dê demokrasiya Alman birînek mezin bigire. Ji ber ku daxwazên kurdan di qanûnan de ne. Dem hatiye ku Alman polîtîkayeke kurd ava bike. Kurd ji bo vê amade ne. Em di wê baweriyê de ne ku li şûna Alman înkara kurdan bîne vir, dê kurdan nas bike û dê nirxên Ewropayê bibe Tikriyeyê.”
BILA ALMANYA NEXETIMÎNE, PÊŞÎ LÊ VEKE
Koç da zanîn ku li Rojhilata Navîn statuya kurdan guheriye û got: “Polîtîkanê înkarkirina kurdan tu şensê wan tune. Li Başûr kurd xwedî rêveberiya xwe ne, li Rojavayê Kurdistanê jî pêvajoyek wisa dê pêk were. Li Bakur hikûmeta Tirk her çiqas bixetime jî bi Ocalan û PKK’ê re muzakere kir. Divê Almanya pêvajoyê de divê pozîsyoneke ne xitimandinê, divê ya pêşîlêvekirinê esas bigire. Ev jî dê ji bo dewletên din bibe mînak. Ya duyemîn jî divê dest ji polîtîkayên krîmînalîze û qedexekirinê berde.”
Koç diyar kir ku dema pêşî mirov derbasî welatîbûna Almanyayê dibin pirseke ‘Hun ji kîjan neteweyê ne” dipirsin û wiha pê de çû: “Em jî dixwazin şêniya kesên dibêjin ez kurd im bila derbasî hejmarên fermî be. Ev bi hêsanî dikare bê kirin. Li pêş vê astengiyeke qanûnî tune. Tenê biryarek siyasî hewce ye. Bê guman înkarkirina kurd tune lê em di fermiyetê de wekî tirk, ereb û fars tên dîtin. Em bi vê yekê dikarin nifûsa kurdan bizanin û ev dê pêşiya daxwazên me yên din jî vebike.
Ez dîsa dibêjim; Ev qanûnên Alman van gotinên me asteng nake, berovajî vê piştiriyê dide. Tenê krîterên Kopenhagê li ber çavan bê girtin, wê demê dê bê dîtin ku daxwazên me çiqas rewa ne. Li gorîvê tenê astengî têkiliyên siyasî û aborî ya dewletên serdest û Almanyayê ye. Divê daxwazên me nebin qurban.”
LOBIYA TIRK ASTENG DIKE
Koç li ser pirseke ku hebûna parlamenterên Keskan û Partiya Çepgir ya di komîsyona daxwaznameya ku serlêdan hatiye kirin de avantaj heye an na de wiha got: “Belê heye. Lê ev ne tenê pirsgirêka wan hevalan e. Her endamekî komîsyonê ku bi wijdan, mirovahî û hiqûqî li bûyerê binêre dê bersiva erênî bide. Di vê navberê de Lobiya tirk rehet nasekine. Dixwaze asteng bike. Bi taybet di mîhrîcana Mannheîm de bandor li ser polîsan kirin û anîn asta dij-kurdan û hewlên provakasyonekê dan. Armanc ew bû ku runiştina 15’ê cotmehê asteng bikin.
Di meha tebaxê de di civîna amadekariyê ya li Hannoverê de Prof Norman Peach gotibû; Dewleta tirk û lobiya wan dê vala nemînin, dê heta dawiyê têbikoşin.’ Em vê ji serî de dizanin. Dixwazin hemû endamên komîsyonê vekişînin. Divê Almanya teslîmê lobiya tirk nebe. Divê Almanya makeqanûn û nirxên xwe esas bigire. Em bi dixwazin bi gelên din re bibin wekhev. Daxwazên me ji bo Almanyayê hem ji rêzê, hem hêsan û hem jî yên esas in.”
DIVÊ ALMAN POLÎTÎKAYA XWE BIGUHERÎNIN
Koç di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em vê ji Almanyayê re dibêjin. Polîtîkya înkar û şer ya Tirkiyeyê li hemberî kurdan meşand tiştek jê derneket. Gelo hun çima divê polîtîkayê de israr dikin. Her wiha divê li raporên Rêxistina Parastina Makeqanûna ya saziya îstîxbarata hundir ya her sal tê weşandin binêrin. Di wan raporan de tê gotin ku hewldanên PKK’ê yên aştiyê hene, hejmara PKK’iyan li Almanyayê zêde dibe. Yanî dibêje qedexe tiştekî îfade nake.
Li rapora binêrin; Bi tu awayî Kurdan êrîşê nirx û sembolên Alman nekirine. Lê polîsên Alman her tim êrîşên reng û nirxên netewî yên kurdan dikin. Bê guman dê bi argumanên cuda bixwazin daxwazên me asteng bikin. Lê ne yek di 12 xalan de daxwazên me hene. Lê ev qedexe lihevhatian kurdan asteng nake. Di destê me de belge hene. Mînak hemû komeleyên penaberan ji dewletê fonê digirin. Lê du komeleyên me bi hinceta endamên YEK-KOM’ê û qedexeya PKK’ê fona wan hate birîn. Welatîbûnê nadin endamên komeleyên me.”
Koç di dawiya axaftina xwe de Koç diyar kir ku dema ew li daxwazên xwe dinêrin di esasa xwe de em dixwazin Almanya biçe paradîgmayeke nû û polîtîkayeke nû ya kurdan biafirîne. Koç wiha pê de çû: “Ger hun vê komê wekî gel bidin nasîn, hun mafê wan yên ziman, şêwirmedî bidinê, di encamê de dê mafê wan yên rêxistinbûnê jî hebe. Piştî vê kampanyayê dê xebatên me bidomin. Ji bîr nekin ji çar parçeyên Kurdistanên kurd li Almanyayê hatine cem hev. Ev ji bo m e derfet e. Bila gelê me jî piştgiriyê bide daxwazên me.”