Almanya dixwaze penaberê Kurd ê siyasî radestê Tirkiyeyê bike

Almanya dixwaze penaberê Kurd ê siyasî radestê Tirkiyeyê bike

Penaberê Kurd ê bi navê Îlhamî Han bê ku tu delîl were nîşandan, li Eyaleta Bavyera ya Almanyayê ji aliyê rêxistina sîxûrî ya Alman ve weke “berpirsê PKK’ê” hat nîşandan û bi radestkirina Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Han ji ber van îdîayên rêxistina sîxûrî, her roj neçare îmze bide. Siyaetmendar û rêxistinên penaberan ji bo radestkirina Han asteng bikin dest bi kampanyayan kirin.

Di van rojên dawiyê de li Dadgeha Elayeta Bavyerayê der barê penaberê Kurd ê siyasî yê 32 salî Îlhamî Han ê ku li girtiyeyê biryara girtin, şopandin, îşkence li ser heye, biryara radestkirina Tirkiyeyê da. Han di sala 2005 de ji bo Almanyayê serlêdana mafê penabertiya siyasî kiriye. Wezareta Derve ya Tirk Han bi endamtiya PKK’ê û îstîxbarata Alman jî wî bi “berpirsyartiya PKK’ê” tawanbar dike.

SIBÊ MÎTÎNGA 'BILA ÎLMAHÎ LI VIR BIMÎNE' HEYE

Ji bo rawestandina radestkirina Îlhamî Han, rêxistinên penaberan ên li Eyaleta Bayverayê dest bi kampanyayê kirin. Di kampanyayê de hat diyarkirin ku rêxisitinên sîxûrî yên Alman û Tirk bi awayeke berfireh agahiyan parve dikin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Han ji ber travmaya şer û nexweşiya serayê dihat dermakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dixwazin bi vê yekê xebatên siyasî yên penaberan bitirsînin û ji ber vê jî em bi desthilatiya ku zagonên taybet derdixin re rû bi rû ne.

Di çarçoveya ku gelek sazî û siyasetmedar piştgirî dan de, dê sibê demjimêr di 12.30 de li ber Wezareta Navxweyî ya li Munîhê mitînga “Bila Îlhamî Han li vir bimîne” bê lidarxistin.

Sazî û siyasetmedarên pêşengiya kampanyayê dikin.:

Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEKKOM), Komeleya Çandê ya Mezopotamya ya Munîhê, Navenda Çandê ya Kurdistan a Munîhê, Civata Kurdan a Bayern, Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê, Komeleya Penaberên Kurd, Komeleya Dibistana Çandê ya Rojîn-Kurd, Karawanê München, DÎDF, Baskê Ciwanan ê Sendîkaya ver.di, Partiya Çepgir, Patrik, Patrick Humke), Marion Padua ( Endamê Şaredariya Nurnberg) û Civar Akad (Endamê Meclîsa Göttingen).

HAN: NIZANIM EZ Ê JI NIHA Û PÊ V ÇI BIKIM

Îlhamî Han bi nexweşiya sarayê ketiye û metiriya şehtbûnê re rû rû ye û nameyek bi seranav “Dost û hevalên min ên hêja” nivîsand. Han tiştên li Kurdistanê dewleta Tirk anîne serê wî û pêkanînên dadgehên Alman anîne serê wî nivîsand. Han diyar kir ku ew nizane dê çi bike û got; “Nizanim dê rewşa min çawa bibe. Bi rastî ez jî nizanim dê ji îro û pêve çi biqewime. Ger rewşek nerênî çêbibe, helbet em ê ji bo parastina hemû nirxên me li ber xwe bidim.”