Aliye Suer nehat berdan
Girtî Aliye Suer ku di Girtîgeha Jinan a Amedê de tê girtin nehat berdan, 6 meh taloq li berdana wê hat xistin.
Girtî Aliye Suer ku di Girtîgeha Jinan a Amedê de tê girtin nehat berdan, 6 meh taloq li berdana wê hat xistin.
Binpêkirina mafên jinan li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam e. Girtî bi kêfî nayên berdan. Aliye Suer ku 3 sal û 4 meh in di Girtîgeha Jinan a Amedê de ye nehat berdan, berdana wê bi 6 mehan hat taloqkirin.
Parêzerê/a Aliye Suerê da zanîn ku îtiraz li Dadgeriya Înfazê ya Amedê kiriye ku çima nehatiye berdan lê îtiraz hatiye redkirin. Têkildarê redkirina îtirazê di girtekê de wiha hatiye gotin: “Gotina sirûdan, berzkirina dirûşmeyan, heke bê berdan dibe ku cardin sûc bike… lewma îtîraz hatiye redkirin.“