Aliyê 12’ê îlonê yên ku AKP’ê ji hez dike

Aliyê 12’ê îlonê yên ku AKP’ê ji hez dike

Hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayên ku dimeşîne bi dema derbeyê re wekî hev tê dîtin û vê yekê jî heq dike. Bi girtina siyasetmedaran, bi şîdeta ku pêk tîne mînakên herî berbiçav in. AKP ligel vê yekê di mijarên wekî daraz, perwerde, benda hilbijartinê de jî mîrasa 12’ê îlonê didomeîne. Kesên ku bi ‘AKP dê kanûnê darbeyên biavêje çopa dîrokê’ xapiyan , niha şahiya partiya ku hilberînên darbeyê diparêze, dikin.

YOK ÊDÎ JI BO AKP’Ê HEYE

Hikûmeta AKP’ê dema ji bo hikûmetê endam bû sozên ku dê YOK’ê rabike dida. YOK a ku ji aliyê rêveberiya darbeyê ve jibo bingeha xweser a zanîngeha hedef bike hate avakirin, ji aliyê AKP’ê û derdora wê ve her tim dihat rexnekirin. Lê piştî ku li kotluca îktîdarê runişt dawî li van rexneyên xwe anîn û bihêle YOK’ê rabike, pêkûtiyên antîdemokratîk yên li ser xwendekaran derket asta herî jor.

LI QEDEXEKIRINA BENDAVA HILBIJARTINÊ, WEKÎLÊN GIRTÎ ZÊDE KIRIN

AKP ya k udi hişmendiya texrîbata darbeya 12’ê îlonê de ye, propagandaya ‘Em dê darbeyan bidin jibîrkirin’ dikir û digot heta dawiyê dê em têbikoşin. Ligel van gotinan benda hilbijartinê ku hilberîna derbeyê ye, ji AKP’ê re wekî mîrate ma. Bendava ji sedî 10 ji bo ku mafê gotinê nedin kesên din pêk hatibû. AKP’ê jî ev li gorî li hemberî kurdan pêk anî. Ji rêveberiya darbeyê jî wêdetir çû û parlamenteriya serbixwe jî zehmetir kir û her wiha kesên ku bû parlamenter jî hatin girtin.

QEDEXEYA GREVÊ DEWR GIRT

Polîtîkayeke din a AKP’ê ji darbeyê girtiye jiyana xebatê ye. Piştî derbeya 12’ê îlonê salek şûnde kanûnek hat derxistin û di qada kar de qedexeya grevê anî. Erdoganê k udi dema referandumê de behsa mafê xebatkara dike hêj çend hefte berê got;mafê grevê ya memuran tune. Demek berê jî mafê grevê yên xebatkarên rêya hewayî gasp kir.

Hikûmeta AKP’ê li şûna ku dawî li hilberînên derbeyê bîne, wekî mîrate dimond. Hêjayê gotinê ye ku mirov vê jî bêjin; Erdogan carna di axaftinên xwe de behsa dîroka bi xwîna derbeyê dike û xemgiyaniya xwe ji bo şoreşgerên hatine qetilirin tîne ziman. Lê niha gelek kes ji bo ku di riya wan şoreşgeran de diçin tên cezakirin.

DI ÎSTATÎSTÎKAN DE AKP- PÊŞBIKRA RÊVEBERIYA 12’Ê ÎLONÊ

Bi darbeya 12’ê îlonê re 31 rojnameger hatibûn girtin. Lê niha AKP’ê ev hejmar derxist 3 qatî. Di dema darbeyê de ji bo 400 rojnamegerê 4 hezar sal ceza hate xwestin. AKP’ê tenê jib o midûrê karê nivîsan a Azadiya Welat 166 sal ceza birî. Her wiha dîsa ji bo Midûra Karê nivîsan a Azadiya Welat Emîne Demîr jî 138 sal ceza hate dayîn.

Dîsa binaçavkirin û girtin derketin asta herî jor. AKP’ê di sala ewil ya îktîdarê de 21 hezar û 612 kes binçavkir; 1148 kes girt. Di navbera 2003-2004’an de cinayetên kiryar nediyar 92 û înfaza bê daraz jî 91 bû. di van salan de binçavkirin gihiştibû 16 hezarî. Hemjara girtiyan 1970 bû. Di navbera 2005-2008’an de hejmara girtî û binçavkirna sosretiyek mezin bû. 28 hezar 715 kes hatin binaçvkirin yên girtî jî 5847 bû. 3 salên beriya 2012’an jî binavkirin 30 hezar û girtin jî 5 hezarin.hikûmeta AKP’ê bi vê polîtîkaya xwe digihêje rekora dema derbeyê.

Di darbeya 12’ê îlonê de hejmara miriyan 550 bû û di hema AKP’ê de ev gihişt 780’î.