Alîkariyên li Stenbolê hatin komkirin gihan Kobanê

Alîkariyên li Stenbolê hatin komkirin gihan Kobanê

Kampanyaya alîkariyê ya ji Şengalê heya Rojava ya ji aliyê Meclîsa Gelên Demokratîk a Hoçvan a Stenbolê ve dihat meşandin encam girt. Meclîsê alîkariyên bi desteka komîsyona dukandarên Umraniyê kom kirin gihand Kobanê.

Di çarçoveya kampanyaya alîkariyên ji bo Şengal û Rojava komîsyona herêma Marmara ya hat çêkirin û Meclîsa Gelên Demokratîk a Hoçvan alîkariyên ji bo Kobanê şandin, gihand cihê xwe.

Der barê mijarê de ji berdevkên Meclîsê Ramazan Yildiz ku agahî dan ANF’ê diyar kir di encama desteka Yusuf Filîzer û Haci Bekir Kiricî yên di komîsyona dukandarên Umraniyê de xebat dikin 6 TIR'ên alîkariyê gihan Kobanê.

Yildiz ji bo hemû welatparêzên eleqeya nîşanî kampanyayê kirine spas kir.