Alîkariya Xezîneyê ya HDP'ê hate desteserkirin
Hesabê ji Alîkariya Xezîneyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate rawestandin.
Hesabê ji Alîkariya Xezîneyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate rawestandin.
Di demekê de ku bi fermana desthilatdariyê li hemberî HDP'ê doza girtinê dewam dike, Hesabê Alîkariya Xezîneyê yê HDP'ê hate rawestandin.
Dadgeha Destûra Bingehîn, di doza girtina HDP'ê de li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, daxwaza 'rawestandina ji bo tedbîrê' ya hesabên alîkariya Xezîneyê ya partiyê, rojekê zûtir nirxand.
Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza Dadgeha Bilind qebûl kir û biryar da ku hesabên alîkariya Xezîneyê yên HDP'ê bi rengekî demkî bê blokekirin.