Aldar Xelîl: Tirkiye li Sûriyeyê şer dixwaze

Aldar Xelîl: Tirkiye li Sûriyeyê şer dixwaze

Endamê Tevgera Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM) Aldar Xelîl pêşketin û bûyerên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diqewimin ji ANF’ê re nirxand û bal kişand ku Tirkiye di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê de wenda kiriye, niha jî dixwaze polîtîkaya xwe bi bandor bike. Xelîl got; “Gava textîkên wê yên polîtîk bi ser neketin, dest bi provakasyonên xeter kiriye.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku Tirkiye li Sûriyeyê şer dixwaze û ev nirxandin kir:

“Tirkiyeyê di van rojên dawiyê de li pey wê yekê ye ku bikare, careke din di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê ya ku têde bin ketibû, bibe xwedî bandor. Tirkiyeyê ji bo astengkirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê konseptek ava kiriye. Gava textîkên wê yên polîtîk bi ser neketin, dest bi provakasyonên xeter kiriye.”

Heta salek û nîv beriya 2012’yê rejîma Sûryeyê mijûl kiriye, her tim ji Sûriyeyê re gotiye ku ew ê di pêşketinên li Rojhilata Navîn de li aliyê te bim û bi vî awayî Sûriye bê amadekarî ketiye dest. Rejîma Sûriyeyê jî xistiye nava konsepteke li hemberî Tevgera Azadiya Kurdan. Dewleta Sûriyeyê ji dewlet Tirk zêdetir vê konseptra li hemberî Kurdan pêk aniye: Kurdan qetil kiriye, Kurdan bi îşkenceyê kuştiye, bi hezaran Kurd girtiye, bi dehan Kurdan radestê Tirkiyeyê kiriye. Bi vê yekê bawerî daye Tirkiyeyê, di civîna hevpar a wezîrên her du welatan de têkiliyên siyasî û dîplomatîk hatine xurtkirin. Ji ber ku Tirkiye bi awayeke dirust nêzîk nebûye, li hemberî vê yekê jî piştî destpêkirina bûyerên 15’ê adara 2011’ê dest bi alîkariya ji bo muxalîfên çekdar ên li hemberî rejîma Sûriyeyê kiriye. Her tim sozan daye û nehiştiye muxalefet serî li siyaseteke demokratîk bide. Ji ber wê jî Tirkiye bi qasî rejîm û muxalîfan berpirs e. Di vê mijarê de agahî û belgeyên me hene.

Ev sal û nîvek e, Tirkiye dixwaze Sûriyeyê ber bi alozî, şer ve kaş bike. Li Sûriyeyê hêza sereke ya ku nahêle muxalîfên Sûriyeyê siyaseteke demokratîk bimeşînin Tirkiye ye. Piştî ku beriya çend rojan belgeya veşarî ya Wezareta Derve ya Tirk ket çapemeniyê, aşkere bû ku dixwaze vê yekê çawa bike.

Sedema sereke ya ku Tirkiye rê li ber guhertinên li Sûriyeyê digire, astengkirina destkeftiyên Kurdan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye.

GUHERTINA SÛRIYEYÊ NÊZÎKE

Guhertina li Sûriyeyê pir nêzîk e. Di vê guhertinê de jî dê Kurd li Rojavayê Kurdistanê sîstema xwe ya Xweseriya Demokratîk ava bikin. Ev pêngav jî dê polîtîkayên dewleta Tirk ên li Bakûrê Kurdistanê yên li ser esasê înkar û îmhayê pûç bike. Ji ber ku vê yekê baş dizane, dixwaze pêvajoyê ber bi aliyeke din ve bibe. Ev yek jî nîşan dide ku dê provakasyona pêş bixe. Pêngava yekemîn a vê jî firandina balefire li ser qada Sûriyeyê ye. Ger balefir nehatiba xistin jî, dê bigota “Li balefire me reşandin.”

OPERASYONA BALEFIRÊ, LÎSTOKA OSMANIYAN

Ev yek tam “Lîstokek a Osmaniyan” e. Dewleta Tirk armanc dikir ku bi pêngavekê gelek tiştan bi dest bixe. Ya yekem; Destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê bi biryarek a NATO’yê bide kirin, pêşengiya vê yekê bike û her kesê bikişîne nava polîtîkayên xwe. Li vê derê jî dijminahiya Kurdan û polîtîkayên neo-Osmaniyê, Tirkiyeyê ber bi nêrîna gelo ez ê bikarim NATO’ya ku Tirkiyeyê bi rê ve dibim, bixapînim. Ya duwem; Ji ber ku Sûriye ji polîtîkayên wê yên Sûriyeyê nerehet e û ji ber wê jî Tirkiye dixwaze NATO’yê bîne beramberê Rûsyayê. Piştî ku ev yek bi ser neket, Erdogan telefonî Putîn kir û rexnedariya xwe da. ya sêyemîn: Ev meseleya balefire jî tam li rastî çalakiya gerîlayên HPG’ê hat û xwestin bi vê yekê rojevê biguhrînin.

TIRKIYE LI PEY PROVAKASYONÊN NÛ YE

Ev “lîstoka Osmaniyan” bi ser neketiye, ji ber wê jî xwe nêzîkê “sînor” kiriye. Vê yekê ji bo guhertina angajmanên leşkerî yên di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê de kiriye. Û bi vî awayî leşkeran vediguhêze ser sînorê Sûriyeyê û ji bo vê yekê jî hincetên pûç û derew çêkiriye.

Piştî vê jî mirov dikare bêje, pêngava duwemîn a provakasyonê jî ew e ku dê Tevgera Azadiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ji xwe re bike hincet. Weke ku di belgeya veşarî ya Wezareta Derve ya Tirk a ku beriya demekê ketibû destê çapemeniyê de hatibû diyarkirin. Pêngava vê ya yekemîn ew e ku nûçeya “Li ser xala sifir a sînor ala PKK’ê” ya di çapemeniya Tirk de bû. Polîtîkayek a “Bixwe bipije, bi xwe bixwe” ya dewleta Tirk heye, ji ber ku argumanên di destê xwe de ji bo mafdariyên demokratîk bi kar neaniye, ketiye tengasiyan û serî li provakasyonan daye. Di çarçoveya provakasyona xwe ya nû de biryar daye ku têkoşîna azadiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê zêdetir bi kar bîne. Ji ber wê jî dê her tim têkoşîna azadiya kurdan li Rojavayê Kurdistanê ji xwe re bike hincet.

SUÎQEST TÊN PLANKIRIN

Dema pêşketinên li Sûriyeyê ber bi çareseriyeke demokratîk ve diçin, Tirkiye jî dengê xwe bilindtir dike. Dema guhertinên li Sûriyeyê di çarçoveya daxwazên demokratîk ên gelên Sûriyeyê de pêk tê, xeteriyên ji aliyê Tirkiyeyê ve zêdetir dibin. Ev xeterî; Tirkiye bi rêya hin hêzên muxalîf pevçûnan dijwartir dike, hin Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên girêdayî xwe tevlîhev dikin, mirov dikare bêje dê bi rêya îstîxbarata xwe li Rojavayê Kurdistanê sûîqest û teqînan pêk bîne

TENÊ JI MECLÎSA TIRKIYEYÊ VE LI SÛRIYEYÊ NENÊRIN

Heta Tirkiye dest ji polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê bernede, dê her tim li Sûriyeyê jî bibe aliyeke yê şer navxweyî. Ji ber vê siyaseta xwe bi Sûriyeyê re hatiye rewşa şerekî. Ji bo aşitî û welateke demokratîk, Tirkiyeya demokratîk, divê pêşketinan ne li gorî gotinên AKP û Erdogan bixwînin, binirxînin, divê li gorî realeteya siyasî ya herêmê binirxînin, Li Rojhilata Navîn ne tenê Tirkiyey ye. Niha AKP û Tirkiye propaganda dikin, lê weke ku gel û raya giştî ya Tirkiyeyê dizane ye, tu bandora AKP’ê li herêmê tune ye. navendên dixwazin li herêmê bi bandor bibin diyar in. Pêşketinên li Misirê jî dawiya vê yekê anî. Ji ber wê jî divê mirov ne tenê ji aliyê AKP û Meclîsa Tirkiyeyê ve li Tirkiyeyê û Sûriyeyê binêre, divê mirov ji aliyê Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê ve jî li meseleyê binêre. Ji ber ku berê bayê li vir diherikin ber bi cihek din ve ne.