AKP’yiyan dest danîn ser erd û parka gel

AKP'yiyan dest danîn ser parka nû ya li qada Wan Sanayî hatibû çêkirin. Her wiha AKP'yî ji bo di nava parkê de dikanên qaçax ava bikin dest bi xebatê kirin.

Parka Pîşesazî ya Wanê di sala 1988’an de hatiye avakirin. AKP'yî dest danîn ser herêma ku ji wê demê ve weke park tê xebitandin.

Piştî Burhan Kayaturk ji Wanê wekî wekîlê AKP'ê hat hilbijartin, bi destûra Şaredariya Tûşba ya AKP'ê, şîrketa înşaetê ya biraziyê Kayaturk Bayram Kayaturk, ket nava tevgerê. AKP'yiyên ku dixwazin erdên li kêleka parkê ya 382 kesan bistînin, dixwazin ji her xwediyê parselekê 7 heta 3 metre erd bikirin. Her wiha şîrket soz da ku ji bo esnafan dikanan ava bikin.

Li ser vê yekê esnaf serî li dadgehê da. 5'emîn Dadgeha Asliye ya Wanê biryar da ku xebatên înşaetê yên li herêmê bên sekinandin. Lê belê tevî biryara dadgehê jî, Wekîlê Şaredariya Tûşba yê AKP'ê ji rayedarên şîrketê re got, "Hûn înşaetê bidomînin, biryara dadgeh ne girîng e" û xebatên înşaetê yên li qada mijara gotinê erê kir. Tevî ku rayedarên şaredariyê yên bi zabitayan re hatin herêmê jî, di bin navê lihevkirinê de bi esnafan re civîn li dar xistin, lê esnafan ev pêşniyaz qebûl nekirin.

AKP’yiyên ku dest danîn ser erd û parka esnafan, ji bo li nav parkê dikanên qaçax çêbikin, dest bi xebatê kirib. AKP'yiyên ku li hundirê parkê dest bi çêkirina avahiyên qaçax kirin, herî dawî çûn cem parlamenter Burhan Kayaturk û piştgirî xwestin. Kayaturk jî xwest di zûtirîn dem de ev kar bi dawî bibe.

Li ser vê yekê esnafên pîşesazî careke din serî li dadgehê dan û daxwaza rawestandina xebatan kirin. Esnaf niha li benda biryara nû ya dadgehê ne.