AKP û çapemeniya wê belaya xwe li Kurdên derveyê welat jî dide

AKP û çapemeniya wê belaya xwe li Kurdên derveyê welat jî dide

Weqfa Çanda Kurdan a li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo pêşxistina çand û zimanê Kurdî pêngavên girîng diavêje û li Kurdistan û Tirkiyeyê jî piştgirî daye gelek projeyên serkeftî yên rêxistinên girseyên demokratîk. Lê çapemeniya Tirk û hukûmeta AKP’ê vê weqfê jî dike hedef. Wefqê nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniyên MASAK’ê yên li hemberî weqfê dan û got; “Em daxuyaniyên qirêj û ne rast ên MASAK’ê bi tundî şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çapemeniya Tirk hîn ajî dest ji zimanê xwe yê berûvajîkirin û polîsiyeyê bernedaye û wiha hat gotin; “Ev daxuyanî û hewldanên reşkirinê yên li hemberî weqfa me siyasî ne. Wisa dixuyê ku rayedarên Tirk naxwazin saziyeke sivîl a Kurdan a serbixwe û fermî bibînin, ev yek jî nîşan dide ku xebatên saziya me ya li ser çand û zimanê Kurdî, kevneşopoiya dewletê ya li hemberî xebat û hebûna Kurdan nerehet dike.”

DIXWAZIN RÊVEBERÊ WEQFÊ BIKIN HEDEF

Weke ku me da diyarkirin, hemû xebatên me ji bo zarok, çand û zimanê Kurdî ye. Bo mînak projeya me ya pirtûkên zarokan, di dema ku Abdullah Gul Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bû, di encama xebatên bi koordîne yên Wezaretên Derve yên Swêd û Tirk de pêk hat. Balyozxaneya Swêdê ya li Stenbolê jî piştgirî daye van xebatên me. Rojnameyên Millî, navê weqfa me bi peyvên weke “tehdît”, “madeyên hişber” û “fuhûşê” re tîne ba hev û bi vî awayî dixwazin weqfa me terorîze bikin û rêrveberên weqfê bikin hedef. Bendewariya Wezareta Maliye û weqfa me ew e ku derbarê wê raporê de daxuyaniyekbê dayîn. Dîsa ger piştgiriya dewlet û gelê Swêdê ya ji bo çand û mafên demokratîk ên gelê Kurd weke piştigriya ji bo “terorê” were nîşandan, binavkirina vê yekê weke “seferek nû ya xaçperestan”bi xwe sucê nefretê ye.”

EM Ê SERÎ LI RÊYÊN HUQÛQÎ BIDIN

Di daxuyaniya bi îmzeya Weqfa Çandî ya Kurdan a Stockholmê de hat diyarkirin ku ew ê li dijî nûçeyên rojnameya Millî û malperên înternetê û MASAK’a ku çavkaniya nûçeyê de û wezîrên berpirs serlêdanên huqûqî bikin.

Bi nûçeyên ku MÎT û hukûmeta Tirk ji bo çapemeniya alîgir a Tirk servîs dikin yên bi sernûçeyên weke “Ha ji we re lîsta yên ku alîkarî didin PKK’ê” hewl tê dayîn ku sazî û komeleyên Kurdan ên li Ewropayê û bi taybet jî li Swêdê ji bo çand û zimanê Kurdî têdikoşin bikin hedef.

Lijneya Sucên Aborî ya girêdayî Wezareta Maliye ya Tirk (MASAK) di nameya ji bo MÎT û midûriyeta eniyeta Tirk şand de îdîa kir ku saziyên mîna Weqfa Chest, Global Fund Childeren û Ashoka General nêzîkê PKK’ê ne û da diyarkirin ku ji bo Kooperastîfa Jinana Roniya Hêviyê ya li Amedê di nava 3 salan de 760 hezar kronê Swêdî, 100 hezar dolarê DYA û 125 hezar lîreyê Tirk şandine.

Di raporê de tê diyarkirin ku ev pere bi rêya Weqfa Çandê ya Kurdan ji Swêdê hatiye şandin û her wiha tê îdîakirin ku Weqfa Çandê ya Kurdan îdîa kir ku “Ji bo kadroya çiyê ya PKKê milîtan peyda dike, gef li karsazên Kurd û Tirk dixwe, di boruyên xwe de karên bazirganiya madeyên hişber û fûhûşê bi rê ve dibe.”