'AKP Tirkiyeyê ber bi çiravê ve dibe'

'AKP Tirkiyeyê ber bi çiravê ve dibe'

AKP’ê tezkereya şer di parlementoyê de derbaz kir û aloziya li Rojhilata Navîn gurtir, li dijî vê bertekek din jî ji Swêdê hat.

Li Stockholmê Komeleya Çand û Piştevaniya Tirkiyeyî-Swêdî û Navenda Çanda Elewiyan ya Goteborg daxuyaniyek hevpar dan û qêrqêra şer ya hikumeta AKP’ê û helwesta dijminane ya li dijî gelê Kurd protesto kirin. Di daxuyaniyê de hate aşkera kirin ku, polîtîkaya êrîşkar û hegomonîk ya hikumeta AKP’ê Tirkiye aniye ber deriyê şer û ev tişt anîn ziman:

“rayedarên hikumetê bi navber didin diyarkirin ku, ev tezkere nayê wateya ketina şer, bi vî awayî hewil didin bertekên li dijî şer bilind bûn binixumînin. Polîtîkaya aloziyê ku ev salek tê berdewam kirin, di de diyarkirin ku dema demê wê hat dê ji bo dagirkirina Sûriyeyê bikar bînin. Yek ji sedemên ku desthilatdariya AKP’ê anî ber deriyê şer bê tehemuliya wê ya li beramberî destkeftiyên gelê Kurdin. Erdogan ku li dijî yekbûna Kurdên li Sûriyeyê derdikeve, beriya vê jî dabû diyarkirin ku ger Kurd xwesertiya demokratîk îlan bikin ew dê mudaxele bikin. Nayê pejirandin ku, hikumeta AKP’ê bi awayek dijminane nêzî mafê wekhevî, azadî û demokrasî yên gelê Kurd ku bi deh salane di bin rejima Baasê de bê nasname dijîn bibe.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ger Tirkiye mudaxeleyî Sûriyeyê bike çawa ku dê herêmê vegerîne gola xwînê, dê Tirkiyeyê ber bi çiravekî ku nekare jê derkeve bibe, her wiha hişyariya dê bibe sedemê xirab bûnên ew qas mezin ku derfetê tehmîra wê nebin.

Her du komeleyan jî da diyarkirin ku, hikumeta AKP’ê ya bi demagojiya dê demokrasî û azadiyê bibin Sûriyeyê xwe amade dike ku bi van hincetan mudaxele bike, daxwaz kir ku dest ji karên navxweyî yên welatên cûda ber de û daxwazên herî bingehîn yên gelê Kurd yên di nava Tirkiyeyê bixwe de bipejirîne, ji bo pevçûna 30 sale berdewam dike dawî lê bîne û bi nûnerên Gelê Kurd re bikevin diyalogê.

Komeleyan helwesta desthilatdariya AKP’ê ya gurkirina şer ya li dijî Sûriyeyê bitundî protesto kirin û dane diyarkirin ku, ew dê li dijî hemû cûre mudaxeleyên ku gelê bira yê Sûriye û Tirkiyeyê bîne beramberî hev rawestin.