AKP lêçûnên şer bi rêya zamê ji gel distîne

AKP lêçûnên şer bi rêya zamê ji gel distîne

Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan aşkere kir ku ji ber lêçûnên operasyonên hukûmeta AKP’ê yên li welat û derveyê welat li dijî Kurdan dimeşîne û lêçûnên ji bo Sûriyeyê di bûtçeyê de kêmasiyên mezin çêbûne. Kaplan diyar kir çareseriya vê yekê ne zam e, rawestina operasyonan û girîngîdana projeyên mîna GAP’ê ne.

Piştî ku şerê li Bakûrê Kurdistanê bi taybet di mehên tîrmeh û tebaxê de dijwar bû, hikûmeta Tirk beşek girîng a bûtçeyê ji bo çekan veqetand. Lêçûnên di van du mehan de, ji ya 6 mehên destpêkê yên sala 2012 zêde bûn. Di navbera meha Çile- Hezîranê de pereyê ji bo ewlehiyê hatiye veqetandin bi giştî 732.7 milyon e, ev hejmar di meha Tîrmehê de 473.5, di meha Tebaxê de jî 372.4 bû û bi giştî di du mehan de 845.9 milyon lîra hatiye mezaxtin.

'OPERASYONÊN LI DIJÎ KURDAN Û SÛRIYE RÊ LI BER KÊMASIYÊN BÛTÇEYÊ VEKIR'

Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan vê rewşê ji ANFê re nirxand û diyar kir ku beşek girîng a bûtçeya ji bo Wezareta Parastinê, Wezareta Navxweyî, polîs-cendirme û artêşa tirk têne veqentandin. Kaplan ji bo van kêmasiyên di bûtçeyê de çêbûn, operasyon û polîtîkayên tund ên li hemberî Kurdan û rewşa Sûriyeyê weke sedem destnîşan kir.

Kaplan bal kişand kêmasiya bûtçeyê li gorî dihat payîn mezintir e û got; “Leza mezibûna di aboriyê de di van salên dawiyê de pir kêm bûye’ û wiha domand; “Ji ber vê jî hukûmet hewl dide ku bi zamên îdeolojîk û bacan rê li ber vê yekê bigire. Hewl dide bi zama di sotemenî, aklko, tutun û qadên cûda de, pêşiya vê yekê bigire. Em niha dikevin zivistanê, ji vir duxuyê ku dê ji bo gazaxwezayî û sotemeniyên din jî zamê bîne.”

'LÊÇÛNÊN ŞER TÊN VEŞARTIN'

Kaplan destnîşan kir ku ev rewş pirsgirêkên aborî yên civakê zêde dike û got; “Sedema van vê yekê lêçûnên şer û li gel vana jî lêçûnên kirîn-firotina çekan e.” Kaplan diyar kir ku her çendî ew parlementer in, lê destûr nadin ku vê yekê kontrol bikin û got; “Min derbarê vê mijarê de ji Wezareta Maliyeyê agahî xwest. Min giştînameya veşartî xwest, lê wezaretê neda. Niha tevî partiya muxalîf a sereke, haya tu partiyên din ji vê giştînameya veşartî tune ye. Ji meclîsê tê veşartin. Derfetên kontrolkirina van lêçûnan bi temamî hatiye astenkirin. "

'AKP DÊ BI BERDEWAMKIRINA PROPAGANDAYA NIJADPEREST, RÊ LI NERAZÎBÛNAN BIGIRE'

Kaplan da zanîn ku hukûmeta AKP’ê ji bo bikare polîtîkayên xwe yên şer bidomîne, serî li gelek aliyan dide, yek ji vê jî zam e, ji bo pêşî li nerazîbûnên li dijî zaman bigire jî, di ber re dê polîtîkayên xwe yên nijadperest bidomîne û ji bo nerazîbûn çênebin, dê bêje “Ha binêrim em li dijî terorê têdikoşin...”

Kaplan wiha domand; "Bi vî awayî hukûmet dê pêşî li nerazîbûnên raya giştî yên di vî warî de bigire û bi rastî jî dê polîtîkayên mijûlkirinê pêk bîne. Heta roja îro jî, hemû lêçûnên derbe li butçeyê dane, lêçûnên leşkerî ne. “

Kaplan diyar kir çareseriya vê yekê ne zam e, rawestina operasyonan û girîngîdana projeyên mîna GAP’ê ne.