AKP dixwaze naveroka xweseriya demokratîk vala bike

AKP dixwaze naveroka xweseriya demokratîk vala bike

Di çarçoveya Pêşnûmeya Qanûna Şaredariyên Mezin de li 27 bajaran 1032 bajarok dibi tax. Bi vî awayî 40 bajarokên di destê BDP’ê de ji destê wenda dibin. Alîkarê Hevserokên BDP’ê yê ji Ekolojîk û Rêveberiyên Xwecihî Berpirs û Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk bal kişand ku AKP dixwaze bi vê projeyê naveroka xweseriya demokratîk vala bike û got, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a ku mirovan pir diêşîne, bi rêyên demokratîk pêk bê û ji bo vê pêşxistina rêveberiyên xwecihî, qanûnek nû ya pir otorîter û navendperest derdixin.”

Di çarçoveya projeya şaredariyên mezin a AKP’ê de dê 1032 bajarokên bajarên mezin; Edene, , Antalya, Aydin, Balikesir, Bûrsa, Denizlî, Amed, Eskişehir, Erzirom, Dîlok, Hatay, Îzmîr, Qeyserî, Konya, Malatya, Manisa, Mêrsîn, Mereş, Mêrdîn, Mugla, Sakarya, Samsun, Tekirdag, Trabzon, Riha û Wan dibin tax.

559 bajarokên ku şêniya wan ji 2 hezarê kêmtir in jî dê bibin gund. Şaredariyên bajarokên turîstîk jî bi daxuyaniyekê aşkere kirin ku ew li dijî vê pêşnûmeyê ne.

Alîkarê Hevserokên BDP’ê yê ji Ekolojîk û Rêveberiyên Xwecihî Berpirs û Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk diyar kir ku di navbera tişên ku divê li Tirkiyeya îro bê kirin û tiştên ku divê AKP bike de paradoks heye û bi bîr xist ku Tirkiyeyê di sala 1992’yê de Merca Xweseriyê ya Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê îmze kiriye, her kes li benda rêveberiyên xweser ên xwecihî bû, lê pêşnûmeyeke wiha tînin rojevê.

ÝTÝRAZ ETMEYEN HERŞEYE BÝAT EDEN BÝR YAPI AMAÇLANIYOR

Çelîk got, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a ku mirovan pir diêşîne, bi rêyên demokratîk pêk bê û ji bo vê pêşxistina rêveberiyên xwecihî, qanûnek nû ya pir otorîter û navendperest derdixin” û wiha domand: “Divê ev yek were dîtin. Armanca AKP’ê ne afirandina dewletek demokratîk a huqûqê û civakek wekhev e.”

GELEK PEY PÊŞNÛMEYA SALA 2003’YÊ MAYE

Çelîk diyar kir ku AKP gelek li duv pêşnûmeya rêveberiyên xwecihî ya ku di sala 2003 de, di parlementoyê de anîn rojevê û got; “Di wê dmeê de, ev pêşnûmeya qanûnê ji aliyê Serokkomarê Ahmet Necdet Sezer ve hate vetokirin. Her kes li bendê bû ku şaredarî weke di aliyê rêveberî û aboriyê de, di aliyê siyasiyê de jî bibin xwedî statuya xweser, lê niha xwedî feraseteke ji wê demê gelek paşketîtir e. Daxwazên rêveberiyên xwecih tu nedihesibînin, bi vî awayî dixwazin walîtiyên super, şaredariyên super biafirînin û rêveberiya dîktoriyê li her aliyê Tiriyeyê belav bikin.”

DIXWAZIN NAVEROKA XWESERIYA DEMOKRATÎK VALA BIKIN

Demîr Çelîk got; “AKP dixwaze wisa nîşan bide ku ber bi rêveberiyên herêmî ve diçe û bi vî awayî dixwaze naveroka Xweseriya Demokratîk vala bike û dê bêje ‘binêrin em jî ber bi wê ve diçin” û wiha domand: “Ya duwemîn jî, dixwaze ligel geşedana herêmê walî û şaredariyên super bi xwe ve girêbide û bi xwe diyar bike ka ew dê alîkariya pêwîst a aborî bide kê. Yên ku ne ji wan bin alîkarî nadin wan. Em ê weke BDP’ê dijberiya xwe ya siyasî ya li hemberî vê yekê bi awayeke aşkere û cidî bînin zimên. ”

JI KEMALÎZMÊ JÎ XIRABTIR E

Çelîk got; “Dixwazin her tiştê bi navenda otorîter ve girêbidin û tevna xwe ya têkiliyan ava bikin. Ev rewş ji Kemalîzma ku AKP jê nerazî ye jî xirabtir e. Qet çi be, di Kemalîzmê de demokrasî tune bû, lê di wê de rêveberiyên herêmî û xwecihî bi daxwazên xwe yên rewa digihiştin çareseriyê. Weke di faşîzma Hîtler de, di têkiliyên Franco de, her tiştê bi kesekî ve girê dide, weke padîşahan û dixwaze li ser esasê kêfa xwe xwe ava bike. Tu bextewarî û aramî ji vê çênabe. Jixwe demokrasî qet çênabe.”