Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Temim Salmanoglu derbarê operasyona li hemberî ÎHD'ê ya Mêrsînê û binçavkirinan diyar kir ku, ji wan tola Pozanti û Roboskiyê hiltînin.
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê derbarê serdegirina komeleyê û binçavkirina 42 kes hatibûn binçavkirin, hevserokên BDP'ê, Serokê Şaxa ÎHD'ê yên Mêrsînê jî hene de li avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Parazvanê mafên mirovan li avahiya ÎHD'ê ya Mêrsînê kom bûn û binçavkirina 42 kesan û serdegirtina saziyan şermezar kirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Mersînê Temîm Salmanoglu daxuyanî da û anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê berhemê darbeya 12'ê Îlonê ye û dixwaze vê pêvajoyê ji nû ve zindî bike.
Salmanoglu anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê dara bin piyê xwe dibire û dixwaze tola Roboskiyê û Pozantiyê ji wan bigire û wiha got: "Ev zext û zordarî nikarin ÎHD'ê, BDP'ê û KESK'ê têk bibe.