Akkûş: Tevî her tiştî jî wê rûyê me li ken be

Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş, ku dadgeriya Tirk 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê biriye, diyar kir ku li gel biryara siyasî ya bi rengekî bêhiqûqî lê hate birîn jî rûyê wan wê timî li ken be.

Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ku ji aliyê hikumeta Tirk ji wezîfeyê hate girtin û qeyûm li şûna wî hate danîn, li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê hate darizandin. Dadgeha Tirk 26'ê Gulanê bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Yaşar Akkûş birî.

Akkûş bi rêya parêzerê xwe peyamek şand û diyar kir ku biryar siyasî ye.

Akkûş got, "Kenê li rûyê me, tevî biryara siyasî ya bi rengekî nehiqûqî hate dayin jî wê kêm nebe, wê bi bawerî dewam bike. Edalet wê dawiya dawî pêk bê. Tevî her tiştî jî bila rûyê me li ken be. Her kesî hembêz dikim, hezkirin û hurmeta xwe pêşkêş dikim."