AI: Welatên YE’ê penaberan qebûl nake
AI: Welatên YE’ê penaberan qebûl nake
AI: Welatên YE’ê penaberan qebûl nake
Rêxistina Efuyê ya Navnetewî (Amnesty International-AI) raporek weşand û di raporê de bi awayekî tund welatên Ewropayê ji bo ku penaberên Sûriyeyê qebûl nakin rexne kir. Rêxistinê got Îngîlîstan û Îtalya ye penabere qebûl nekirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 10 welatên Ewropayê penaberên mexdurên şer yên Sûriyeyê qebûl dikin, ev maf jî 12 hezar kes e.
Di rapora bi ser navê ‘Têkçûna navnetewî: Krîza penaberan a Sûriyeyê’ hat diyar kirin ku alîkariya Yekitiya Ewropayê gihiştiya 1,3 mîlyar Euro yî.
Di raporê de hat gotin ku beşeke mezin ya penaberan li Tirkiye, Lubnan, Urdun, Misir û Iraqê bi cih bûne û gotin ku ger krîzek bên jiyîn, ji ber sedema ku civaka navnetewî piştgiriyê nade penaberan pêk hatiye. Hat diyar kirin ku 6.5 mîlyon Sûriyeyî neçarî koçberiyê bûne û 2.3 mîlyon kesî koçî welatên cîran kirine.
Ji welatên YE’yê yên ku herî zêde cih pêşniyar kir Almanya bû. Ji bilî Almanyayê 27 welatên YE’ê 2 hezar û 340 cin nîşan da.
Li gorî raporê 6 hezar penaberên Sûriyeyê derbasî Bulgarîstana ku endamê YE’yê bûye.
Netewên Yekbûyî bang li welatên Rojava kir û got heta dawiya sala 2014’an divê hejmara penaberên bê qebûlkirin bigihêje 30 hezarî.